Li Suriyê Gelê Kurd di xeterê da ye
Divê barbarên DAÎŞê bên sekinandin
Hêzên DAÎŞê ji Başûrê Kurdistanê gav bi gav têne
qewirandin, lê ew van rojên dawî careke din êrîş anîn ser herêmên Kurdan li
Sûrî. Nuha çend gundên Kobanî zeft kirine û dor li bajarê Kobanî girtine. Xelkê
Kurd, bi rêyan ketin, berê xwe dan sînorê Tirkiyê.
Tirkiyê di destpêkê da nexwest van koçberan bigre,
lê piştra derî ji wan ra vekir, çend hezar koçber di hêla Surucê da derbazî
bakur bûn. Xuya ye pêla koçberan dê bidome.
Vebûna sînor ji bo parastina jîyana wan helbet
tiştekî baş e. Lê divê bo hêwirandina wan jî çi lazim e bê kirin. Ji wê jî
mihîmtir ew e ku, êrişa DAÎŞê bê sekinandin. Xuya ye DAÎŞ bi êrişa ser Kobanî
nasekine, herêmên Kurdan hemû di bin xetera êrişa wan da ye. Çend roj berê jî
bi topên hewanê li Qamîşlî dabûn.
Digel vê, divê baş bê zanîn ku, eger ew sîyaseta
şaş ya PKK-PYD nebana, gelê Kurd di waxtê da yekitiya xwe avadikir û hêzekî baş
çêdibû ji bo parastina herêmên Kurdan. Lê mixabin PKK-PYDê rê neda vê yekê.
Sê sal berê, dema li Sûriyê xelk dijî hukim rabû,
Hukumeta Şamê gazî PYDê kir û got, “werin emê bi hevre kar bikin, ezê herêmên
Kurdan teslîmî we bikin, , lê rê nedin ku Kurd diji hukumetê karekî xirab
bikin…” Wan li hev kir, PYD ji Qendîlê qasî hezar gerîlla anî û bi destê wan li
ser Kurdên herêmê zor û zexta xwe danî; rê neda ku partîyên dinê kar û xebata
siyasî bikin, yan hêzên çekdar avakin. Heya gele caran êrişî wan kir. Ev tişt
gor dilê Hukumeta Şamê bû.
Serokê herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî, ji
bo ku yekitiya Kurdên Sûri pêk bîne, du sal berê PYD û Eniya Netewî a Kurdên
Sûrî (ENKS), ku ji 12 rêxistinan pêk tê, li Hewlêrê anî ba hev, Desteya Bilind
ava kir. Lê mixabin PYD gor vê peymanê nekir, ji helwesta xwe ya şaş venegerî.
Bi vî awayî him rê li ber yekitiyê girt û him jî piraniya Kurdên Sûri ji xwe
aciz kir.
PYD her usa jî rê neda ku xortên partiyên dinê ku
li Kurdistanê di warê leşkerî da perwerde bûbûn, vegerin Surîyê.
PYD, navê “Rojava” li van herêmên Kurdan li Sûriyê
kir û got min ev der rizgar kiriye û ev “şoreşa Rojava” ye. Lê tu rastiya vê
gotinê tunebû. Berpirsên Hukumeta Sûrî yên eskerî û istîxbaratê dîsa li cîyê
xwe bûn. PYD destê xwe li wan neda. Tiştê ku PYD dikir, gor dil û daxwaza
Hukumeta Sûrî bû. Berdevikên Hukumetê ji kirinên PYD gelek kêffxweş bûn gelek
caran ew tişt eşkere kirin.
PYD her usa jî li sê herêmên Kurda
(Hesekî-Qamişlo, Kobanî û Çiyayê Kurd) sê “kanton” ava kirin. Lê berpirsên
Hukumeta Sûrî gotin, ev tişt nabe, Sûriye yek welat e…
Ango tiştê ku dibe ev e: PYD bi van gotin û
kiryaran him xwe dixapîne, him jî gelê Kurd. Di dawiya vî şerî da çi hukumet bi
serkeve, çi mixalefet, herdu alî jî ji PYDê ra dê rê nîşandin.
PKK-PYD bi vê sîyaseta şaş li Sûri herêmên Kurdan
azad ne kirin, şoreş tişt ne kirin, lê ziddê wê, rê nedan ku Kurd vê firsendê
baş bi kar bînin, ev sê salê dawî zîyan kirin.
Belê, PYD nuha, ji bo ku qontrola herêmên Kurda ji
dest bernede, dijî DAÎŞê ber xwe dide; lê ew her usa jî gunehbarê herî mezin e,
ku Kurd îro li himber êrîşên DAÎŞê ne xudî hêzeke xurt in.
PKK-PYD hêza xwe gelek mezin nîşan dan, dijayetiya
Serokatî ûHukumeta Kurdistana Başûr kirin, gotin “Peşmerge li ber DAÎŞê revî,
me Kurdistan parast!..” Bi van gotinên bê bingeh xwestin Kurdan û dinyayê
bixapînin; lê nuha ji bo parastina Kobanî ji Hukumeta Herêma Kurdistanê alikarî
dixwazin.
Helbet, devê herêmên Kurdên Sûrî dijî har û hovên
DAÎŞê bêne parastin. Tiştekî normal e ku PYD alîkarî dixwaze. Lê mixabin, piştî
ku hertişt beravêtî kirîye hîn behsa alîkariyê dike…
Dîsa jî divê Hukumeta Herêma Kurdistanê biçe
hawara Kobanî û herêmên dinê. Bi kêmayî ew bi sedan, bi hezaran şerwanên
partiyên Surî, ku heya nuha PYD rê li ber wan girtibû, dikarin derbazî wan
herâman bin û xelkê xwe û herêma xwe biparêzin.
Digel vê, hêzên navnetewi, çawa li Iraqê û
Kurdistana Başûr bi hêzên ezmanî berî DAÎŞê dan, li Sûrî jî, ji bo sekinandina
van har û hovan divê dereng nemînin, çi ji dest wan tê bikin, da ku rê nedin
Şengaleke teze û jenosîdeke teze. Ew koalisyona ku Amerîka serî lê dikişîne,
divê rojkî berê piştgirî bide xelkê Kurd li Sûri.
Kemal Burkay
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan
20 Îlon, 2014