• Ana Sayfa
  • »
  • GELO, TEQÎNA ENQERÊ KARÊ KÊ YE?

GELO, TEQÎNA ENQERÊ KARÊ KÊ YE?

C e m a l i


Li Enqerê duh (17 Sibat) teqinek teze çêbû, 28 kes mirin û dora 60 kesî jî birîndar bûn. Ev bûyer li navenda Enqerê, nêzî meclîsê, li ber bînayên eskerî çêbû. Yekî li tenişt basên eskeran trampêleke tijî bombe teqand.

Serokwezîr Davutoglu got, ev kes xelkê Sûriyê ye û endamê PYD ye û PKK û PYD gunekar kir.

Serokê PYD Salîh Muslîm got tu eleqeyê me bi vê bûyerê nîn e, bila Tirkiye vê bûyerê bo êrişên xwe neke mane.

Serokê KCK Cemîl Bayik got, dibe ku Kurdên metropolan ev tişt kiribin, ji ber kiryarên dewleta Tirk li Cizîr, Sûr û ciyên dine…

Gelo kî rast dibêje? Ev teqina Enqerê plana kê ye û bi destê kê çêbû?

Bi raya min, di rewşeke hanê da gelek rêxistin û dewlet dikarin karekî usa bikin.

Yek DAİŞ e. DAİŞ rêxistineke hov e û dikare karên usa bike. Lê bi raya min ev bûyer ne karê wan e. Ji berk u, DAİŞ çiqas hov û êrişger be jî heya îro dijî dewleta Tirk bûyerên usa nekir. Belê El QAİDE û DAİŞê li Tirkîyê gelek karên terorî kirin, lê ew ne dijî dewleta Tirk û hêzên wê bûn, dijî biyaniyan bûn (wek Amêrika, Îngiliz û Elman), dijî Kurdan û hêzên mixalîf bûn (wek bûyerên Diyarbekir, Enqere-Gar).

Ji ber ku DAİŞê bi demeke dirêj ji Tirkiyê alikariyeke baş dît. Îro jî Tirkiye herçiqas carina li DAİŞê laf û gefan bixwe jî tucar şerê DAİŞê nake, lê şerê PYD dike. Ew jî gor dilê DAİŞê ye.

Baş e, dibe ku ev tişt bi destê PYDê bê kirin? Bi raya min ew jî êhtimaleke zaîf e. Di vê demê da herçiqas Tirkîye dijî PYD ewqas şemate dike, heya êrişan dibe ser, dîsa jî ji bo PYD feyde tune ku êrişeke han li Enqerê pêk bîne û maneyan bide destê dewlet û hukumeta Tirk ji bo êrişên teze û mezintir…

Ji xwe Salêh Muslîm got, “Tu eleqeyê me bi vê bûyerê nîn e.” Bi raya min Muslîm rast dibêje.

Lê PKK û gotina Cemil Bayik?

Xuya ye Cemîl bi vê bûyerê kêfxweş e. Nabêje me kiriye, lê davêje ser Kurdên metropolan. Dibêje ji bo kiryarên hêzên dewletê li bajarên wek Cizîr, Sûr û yên dinê, dibe ku Kurdên metropalan aciz bûn û karekî usa kirin…

Lê ev ne gotineke makûl e. Teqîna enqerê karekî gelek profesyonel û organîze ye. Xuya ye berhemê rêxistinên xudî tecrube, yan jî îstixbaratên mezin in. Kurdên metropolan eger bixwazin jî xwe bi xwe nikarin karekî usa bikin.

Lê adetê PKKê ye, dema kuştinek yan buyereke han çêbe, ger nekiribe jî carina digre ser xwe, carina jî davêje ser xelkê Kurd…

Carina li ezman çûkek biimre û bikeve, dibêjin me kuşt! Ango heval ji kuştinê gelek hez dikin, vî karî wek şoreşgerî dibînin. Carina jî, dema bedêl giran be, nagrin ser xwe û dibêjin, “me nekir, lê xelkê xwe bi xwe kir!” Ango bi vî avayî kes û rêxistinan ditirsînin.

Ango, herçiqas Cemil Bayik ji vê bûyerê kêfxweş be jî mirov îro nikare bêje ku ev teqina Enqerê bi destê PKK hat kirin.

Wekî din kî ma?

Gelo dewletên wek Îran û Sûrî naxwazin û nikarin tiştekî usa bikin? Belê, him dixwazin, him dikarin.

Ji ber kû îro Tirkiye li Rojhilata Navîn, bi taybetî li ser rewşa Sûriyê bi wan herduyan ra hatiye himberê hev. Tirkiyê destê xwe kir nav şerê Sûriyê, alikariya mixalefeta Ereb a Sunnî û radikal kir û bû teref. Hukumeta Esad û Îran jî çiqas ji wan bê destê xwe dikin nav Tirkîyê û tevdidin.

Îran û Sûriye dikarin ji bo van karan hin Rêxistinên taşeron, ango destik bi kar bînin û tînin jî.

Wekî din? Wekî din jî disa li vî welatî û li der welat aktor hene ku dixwazin û dikarin karên usa bikin. Di dema borî da li Tirkiyê ji bo tevlihevî gelek provokasyon çêbûn, da ku hin kes wan bikin mane û dest daynin ser hukim…

Wekî din?

Nuha hûnê bêjin, “Êdî çi ma?”

Ma ma… Ev bûyerên han wek romanên Agatha Christie ne. Herçî kesê ku berê şik distîne ser xwe, pirî caran ne curmkar e. Curmkar li dawiya çîrokê eşkere dibe, ku xwe dike û davêje ser yekî din…

Tê bîra we? Du sal berê, dema hukumeta AKP dixwast bi alîkariya Amêrîkê û Yekitiya Ewrûpê êrişî Sûriyê bike, hin giregirên MİTê, yên Wezareta Derva û hin musteşarên din hatin ba hev û serokê MİTê got: “Ji bo şer mane derxistin ne mesele ye! Ezê çend kesan bişînim wî alî sînor û bila çend saroxan (fuzeyan) bavêjin vî alî…”

Nuha jî dibêjin ji wî alî sînor çend gulle hatin li erdê Tirkiyê ketin û dewleta Tirk ew kir mane û bi topan erdê Sûriyê û hêzên YPG bombebaran dike. Ev teqîn jî dikare bibe mane û leşker bikeve axa Sûriyê û cî û warên Kurdan li wir dagir bike.

Belê, gelo teqîna Enqerê karê kê ye?

Êhtimal ev in, lê binêrin û eger hêsan e biryara xwe bidin…

* * *

Pirseke din: Tirkîye bikeve şer kara xwe çi ye, ango ji bo gel û welat feyde heye?

Bu raya min tu feyde tune. Lê carina dînek kevirekê davêje birekê, çil baqıl nikarin derînin.

Hitler kî bû, çi kir û dawî çi bû?

Saddam kî bû, çi kir û dawî çi bû?

Li vê dinyayê dînên ku dewlet îdare kirin û dikin, ne tenê ew bûn.

Carina zordest bi destê xwe bela tînin serê xwe û bindest ji wan xilas dibin.

Emê binêrin, dawiya vê çîrokê çawa be?..

18 Sibat, 2016

Diğer Yazıları
  • PAYLAŞ
  • İzlenme : 1124

YORUMLAR (1)

yeni bir ürünü ya da bir şeyi almak, diğer insanları yok saymaktır. Bu yok sayma diğer insanları harekete geçirir ve böylece bir tüketim çılgınlığı döngüsü oluşur. böylece de kapitalizm amacına ulaşmış oluyor..19.07.2015 02:10

YORUM EKLE

Misafir olarak yorum yapıyorsunuz. Üye Girişi yapın veya Kayıt olun.
Yasal Uyarı​ Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar. Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.