Dilê min bi xwere kar kir
Esîr girt jîna min sar kir
Hiş û mejwû dîn û har kir
Barê derda li min bar kir
xwîna dilê min ziwa kir
mala min tev de xera kir !
Xatir nexwest û meşiya
Awir ji min da û keniya
Hestiy ê laş ê min hiliya
tirsyam zirav çû qetiya
Hêz nema stikûr xiliya
Ketim dil ê min êşiya !
Bê hiş ez mam li wê derê
Melkemot hazir bû berê
Min ban kirê wa dîlberê
Ji bo xwedan ka vegerê
Rûh û giyan ezraîl bir
Belkî bo te paşde werê..!