QÛRBANÎ TE
QÛRBANÎ TE
Biharê reng girt
Ji wan çavên te
Bêhna rihanê
Ji xwêdana te!
Binefş û sorgûl
Xemla bejna te
Sîpan ararat
Çarka serê te!
Cûdî û gabar
sîng û berên te
Dîcle î firat
Herdû kezyên te!
Ez bûm evîndar
Ji wan xewnên te
Îroj ez kal bûm
ji hisret a te !
Xwezka wan rojên
Em bigrin destê te
Te bi xemlînim
Rakin ala te !
Serbestî bêjim
Şêrîn navê te,
Wê rojê bimrim
Ez qûrbanî te:::.)
Kalê Qurdîsî
21/05/2003
Yasal Uyarı
Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar.
Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.