TÛ KİYE ?
TÛ KİYE ?
Kengî min tû naskir nizanim
Vê berbanga seher
Serê sibaha kû tû ne livir,
Şeveke din bê te xalî
Û sêwî bi tisî
Min derbaz kiribû,
Çavê xwe ji xeweke mirarî
Min vekir
baranek tofanî
bayeke zemhelîlî
Li paca min dixist
Tûnd û zalimtiya xwe şanî min dida,
Weke te,
Û xanî bê jiyan û tenha û di hejhijî
Wek wê bêbextiya kû
Ji devkî nezan ji mejûwekî dîn
Bi ser minde hildikûlimî,
Bê hemd dihat
Ber çavê min bê kesitî tenha
Û tenê ew jiyana kû li min
Hatibû herimandin.
Bê rade destê min dirêjî piyala
Meyê dibû
Lê binê wê
Wek kûreya awirên te
Kûr û dûr zelal û bê binî
Dû hêsir di çavê minde
Xûlxûlîn û fetisîn.
Wek wê hisreta dojehî
Kû te li min bar kirî,
Di birca ezmande rojek zelal
Hilat û cihan ronî dikir
Ev rojek nûbû
Şevek din
Felekê ji emrê min î ciwan
Şevek dizîbû û ez neqayil bûm.
Bi wê şevê,
Nûka ez qayilim
Kû bibim cixarak di nav lêvên tede
Da kû bişewitim li ber
Hilm û bêhna te,
Yek car hilmikê bikşîne ji min
Ta min têxe nêv cerg û dilê xwe,
Tû kiye tû kiye kiye
Ji kîjan esliye
Tû kûrdek kirmaciye
Yan kûrdek soraniye
Zazakiye dûmiliye
Belkî hewremanî yan celaliye,
Hînjî min tû nasnekiriye
Û belkî jî tû dayika me tevaye,
Lê çi bêjim ya min jî ne evîne
Yasal Uyarı
Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar.
Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.