NAVÊ TE
Ji bîr kir ye te dil darî
Te ez wisa tenê hiştim
Bê kes û kûs yek û xalî
Bi hisreta te biriştim,
Min li dil navê te kola
Evîna te bê hiş xistim
Ez dîn kirim berdam çola
Yar bê dîn û îman hiştim.
Bi giriyanim ji bona te
Bi hewar û fîxan hiştim
Bûm gunehkarê navê te
Sotim cerg û dil biriştim:::!
Kalê Qurdîsî
23/ 0 2/ 1989