Lİ VÊ HELBESTA TİRÊJ

BAŞ GÛHDARKE




Lİ VÊ HELBESTA TİRÊJ

BAŞ GÛHDARKE







Çawa ezê te ji bîr bikim

Ey çîçeka ber vî dilî

Eşqa te har û dîn kirim

Derdê te da ser vî kulî.


Bi doz û bawerya berê

Terka te nakim koçerê

Bi cerdexan û leşkerê

Zor temir paşayê milî..!


Nakim ji bîr sebra dilan

Çavê direş ji janya kilan

Sîng mishefa şêx û melan

Ezber dilim vî rûpelî.


Pozê çilakî mermere

Tava xizêmê li sere

Mina sênîka iskendere

Xalên li dêmê gûlgûlî..!


Dêm ka`beye xan ew bere

Dêm sore lê xan agire

Xan pût û latê azere

Xan laleşe li nîva gelî.


Ey olperestê dîn û jar

Xizmetê bike bi kar û bar

Nagihêje ermancê tûcar

Sofî bi dev nabe welî...!


Xizmet nebî bi roj û şev

Bawer nekî bi dil û dev

Fermo ji meydanê birev

Bê gazinû lom û gilî.


E kû nebe yarek bedew

Çi fêmdikî ji dinya xwe ew

Hovê çiyayi bê derew

Lê dibare ax û xwelî...!


Rûniştinek li nêv dîlbera

Camek ji destê esmera

Nadim bi miyonê pera

Nadim bi zêrê osmanlî


Nadim bi bexda û fiat

Nadim bi milkê rojhilat

Nadim bi zozan û xelat 

Çimek ji neynûka tilî...!!


  • PAYLAŞ
  • İzlenme : 2407

YORUM EKLE

Misafir olarak yorum yapıyorsunuz. Üye Girişi yapın veya Kayıt olun.
Yasal Uyarı​ Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar. Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.