Siya Evînê
Dilê min çû dîn bûye
Bi xweş pêjna dilê te
Gûla min geş şîn bûye
Li gorî wê bejna te !
Mexelê dilê min e
Siya mijgûlên te
Karê dil veketin e
Hêviya nerînek te !
Dil esîr bate maye
Tû çi şêrîn belaye
Evîna min lûsyaye
Ser hingivê lêvên te !
Siya min nûqitiye
Ketiye ser laşê te
Xwêdana kal bû lehî
Ser şêrîn gerdena te… !
Kalê Qurdîsî