helbest (QİRDÊ MİN Î KOR)


QİRDÊ MİN Î KOR

Dilê xwe da evînek min
ji bona te xwedî kir
Bi derd û kul û xeman
bi keser a ser dilan
Bi hêrsê herdû çavan min
evîna te mezin kir.
çibkim ji wisa evîn
Qet ez naxwazim wilo jîn.
Bi nalîn û bi qêrîn te 
jiyan ji min bêrî kir.!


Dilê xwe da bihiştek min

Ji bona te ava kir.
Xemla beybûn û gûlan.
Sosin binefş û rihan
Li kokça evîna dilan.min
Textek ji te re saz kir,
Tû nehatî ser text ê jor
Bext reşim qirdê min kor.
Neyar girtî hawêrdor.ax
kezep li min belav kir,!


Ew evîna xwedî kirî
Bihişta neqiş kirî.
Li bejna keç û xortan.
Xwîn û mejî û giyan.

Ji  bo te me xemiland.

Ji te re diyar kirî.
Gûhê xwe qet te neda wan.
Ev derd di dilê min de man.
Dê were gûla baxan.
Te kalê reben dîn kirî::::!

  • PAYLAŞ

YORUM EKLE

Misafir olarak yorum yapıyorsunuz. Üye Girişi yapın veya Kayıt olun.
Yasal Uyarı​ Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar. Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.