Xemla te
Zerdeşt xoş keniya bo dîtina te
Nemrûd bû payker ma li hêvya te
Cûdî xwe tewandî bin keştiya teSîpan xwe xemiland ji rengên te !
Qendîl parêzvane ji bo xaka te
Firad û dîcle her dû kezyên te
Cûdî û gabarin sîng û berên te
Herîrî û cizîrî danîn pesnê te !
Amed mahabat tev hevlêra te
Zû xwe xemiland roj avaya te
Ezman pêçandin li hêvyên xwe
Da em azad bijîn xweş li axa te !