min got navê te çiye
Gotî hişbe
Min got ez evîdarim
Gotî durisbe
Dixwazim te ramûsim
Got bê tirsbe
Min got tû keça kêyi
Gote mîtanîme
Neyar ji we dizîme
Min got hîn bindestî
Loma tû jar û mestî
Bi vêna xweş dizanim,
Welatê min bûka cîhan
Xweş şêrîne kûrdistan
Ew maye li bin destan
Em ne yek û biranin,
Alem diçî ser heyva
Dikin nêçîr û Seyda
Hin tu girtî li qeyda
Ji ber em ne rêzanin,
Kurdistana pir şêrîn
Çiya û zozanê rengîn
Tev ji xwînê xemilîn
Hîn jî em cangiranin,
Werin li hev bibin kom
Bişkînim firs ereb rom
Zumla wa hîn dikî dom
Em jar û pir perîşanin,
Qurdîsî gotî kurdan
Rabin bikin serhildan
Ji dest me çû ew ciwan
Loma em pir xizanin:..!
Kalê Qurdîsî