Keç
Ew xûnce gûl û rîhane binefş û nesrîne keç
Lêv sore şeraba tirhê reza gelekî şêrîne keç
Hebûna min bê wateye yar nebî kû ez hebim
Ketiye nêv xwîna dilde heval bê çi jîne keç!
Bi vê evînê ez ser bilindim birano nûjîne keç
Gihajtime pirsgirêkan ez dibêjim qey zîne keç
Delalî gel wê hevalin pêre dostin ew can û dil
Koma artêşa rindaye ew bi giştî lê civîne keç!
Fesad bê bext û zikreşan derheqa wêde dibêjin
Çewt û qelse bêmirêse evya bê kes û dîne keç
Kalo zane kû ew pir şaşin şarezore û erdelane
Mahabat hevlêr amed û wan zaxo û hefrîne keç…!
Kalê Qurdîsî