carcaran
CARCARAN
Bilbil ê xemgînim li ser ê zozana
Ser gul ê dixwînim, bi çar zimana
Gûl keti bin dest ê pîs û nezana.
Evîna te zore ser dev û zimana
Carna wek rojê me, li birca ezmana
Carna gilgamêşim, li mezra botana
Carna şêx hadî me, bûm ola însana
Carna wek memê me, li bin ê zîndana.
Carna ez cûdî, me ber per ê ezmana
Carna siyamendim, li ser ê sîpana
Komara qadî me, li qada çarçiran
Carna berzencî me, himberî zordaran.
Carna şêx seîdim, jîn û serhildana
Carna berzanî me, şerê min girana
Jahra helepçe me, bûm kula însana
Keç û xort ê kûrdim himberî zordara.
Girava deryame,ji kurdara zîndana
Evînek hêja me, li dil ê ciwana
Carna ez helbestim, ya keç û xortama
Qelem û defterim, ya kalê hozana
Kalê Qurdîsî
Yasal Uyarı
Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar.
Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.