bêhna biharê
ji te tê yarê!
tû ket bîra min
dîsa êvarê!
hêsrê çavê min
xwînin tên xwarê!
wek ava çeman
herikîn yarê!...
xew li min tine
çend şevin yarê!
wer li halê min
binêre yarê!...
xew li min tine
şev sare yarê!
were halê min
bibîn yek carê!...
ev demên tarî
wê herin yarê!
ta me derkeve
kevya biharê!
xweş evîna me
şîn bibe yarê!
wekî ew gûlên
hêvya biharê!...
Kalê Qûrdîsî
24/02/1997