Tepirepa dilê min
Bûye rîtma navê te
Bêhna binefş û rîhanê
Bihara zozanê te
Dînbûna dilê min
Pêjna evîna te
Xwîna min dikeli dikele
Dengê dilê te
Ez bê çar dibim
Ji birçîbûna
Bêrîkirina te
Dilê min dê, xoş dîlane
Azadiya te
Rîhan û endekoye
Bêhna kamilbûna te,
Hêviyan nêçîr dikim
Baxê gûlîstana te,
Hêsiran tirsonek nakim
Newrozên adara te,
Ji bihiştê wêdetir
Jiyankirina li bejna te.
Cejn û newroze.
Çinîna şekir ji lêvên te,
Rawestgeha dilê min e
Girînek yên çavên te,
Şahî kêf û Şadiye
Gotina şêrîn navê te,
Sermestiya min
Rim rima azadiya te,
Destpêka jiyanê ye
Razana himbêza te,
Destpêka biharê ye
Navê hatina cejna te,
Xweş mabûtxane ye
Sing û gerdena te,
Şewatek dojehiye
Koçkirina min ji tiştên te,
Xem û derdan dixeniqîne
Azadiya gerdena te,
Ji hilm û nefesê wêdetir
Jiyan kirina li axa te,
Dê were ey yara
Dest pêka dilê min
Bê xilq û bê mifte
Bê astengî û qedexe
Bi şîh şîha evîna xwe were
Di demjimara
Qedexe kirî de were
Bi kar û bar were
Bi ra û tedbîr were
Zana û pir jîr were
Azad wereeeee
Da di paca evînê re
Destan
Dirêjî fêkiyê bejna
Te bikim,
***
Ez dizanim
Tû bi difre ye
Û poz bilin de
Ji malekê kevnare
Xwedanê tac û koçk
Û dîwan û sera
Êl û ola roj
Û agiriye,
Dê maçekê ji lêvên
Erxiwanî
Bi ser min de
Berde
Da kû rabim mîna
Ristemê zal
Rakim
Şûrê karmanî
Û fetih bikim
Çar aliyê bejna te….!
15/04/1988 nisêbîn
Kalê qurdîsî