KA DESTÊ XWE
Agir dibare ji kenê te
Tîr û berin awirên te
Hezar salim li hêvya te
Bûye dîrok evîna me !
Feqî got dîlber û delal
Cizîrî got şeng û şepal
Cegerxwîn bi qîr û hewar
Hemû ji ber evîna te !
Yado simko ihsan nûrî
Kalê şêx se'îdê pîranî
Riza û mihemed qazî
Me qelen dan ji bona te !
Îroj jîr zana û ciwan
Tev rabûne ser pêyan
Mane bese kal bi qûrban
Ka bide me zû destê xwe !
Hemû ji ber evîna te !
Kalê Qurdîsî