NASNAME
NASNAME
Tû cîhana bin av û deryanbî
Nûhim siwarê keştiya te me,
Ger tû pifika nemrûdanbî?
Birahîm xelîl zerdûşê te me,
Ger tû mezra botanbî?
Hor û mîtaniyê te me,
Tû xaka mîr û keyanbî?
Med û sûbarê te me,
Ger tû reqşê belekbî?
Siwar û ristemê te me,
Ger tû qadagernasanbî ?
Gûhderz û selahedînê te me,
Ger tû cizîra botanbî?
Ez mîr zeydînê te me,
Ger evîna mem û zînbî?
Kelema ehmedê xanî te me,
***
Tû ameda kûrdanbî?
Ez şex seîdê te me,
Tû dêrsima serhedanbî?
Ez seyid rizayê te me,
Tû mahabata rû geşbî?
Qadî mihemedê te me,
Tû kar û xebata dûr û kûrbî?
Rêbaz mistefa berzanîyê te me
***
Ger bedlîsa nav gelyanbî?
Dîrokzan şerefxanî te me,
Ger tû sînema amûdêbî?
Ariya hestiyê zarokî te me,
Tû kûrdê bê hiş û mejûbî?
Serok û rêberê te me ,
Ger agirê newrozanbî?
Mezlûm û rehşana te me,
Ger tû heps û zîndanbî?
Şeva çaran hêrza te me,
Ger tû jahra hebcebî?
Zaroka bi qûrbanî te me,
Tû deşt û zozan û zinarbî?
Berxwedana ciwanê te me,
Tû bihara kûrdistanbî
Kûlîlka ji koka te me,
***
Min soz da
min soz da
Tûcaran
te bernadim
Bi xwîna xwe
Ezê te avdim
Bi giyanê xwe
Bi qûrbabim
Ez pîr û kalê te me
Lê mîxabin
Hîn ez bê ziman
Û bê nasnamemw::.!
Yasal Uyarı
Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar.
Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.