Gewrê keçek delal û pir rind
Wê deng dabû li nava gûnd,
Ferman ji evînê bibû sermest
Qelen da û wî çû gewrê xwest,
Piştî bû şev roj çû bû ava
Her dû bûne bûk û zava,
Bi hevre jiyan her dû dildar
Li wan derbazbû meh û sal,
Zarokek wan çêbû kêfa wan hat
Rabûn navê lawikê xwe kirin welat,
***
Gûdî hatin gotin pîrozbe ser bixêr
Ferman rabû berê xwe daye bajêr,
Gelekî bi kêf û bi lez çû mêrdînê
Ji bona nasnama lawikê xwe bînê,
Daxwazname da destê ( mûdîr)
Ew ( mûdîrê nebaş neyar û pîr,
Daxwazname xwend kir zirte zirt
Ew rabû bi herdû destê ferman girt,
***
( ûlan) dawilyû tû nizanî qedexeye
Ew di elfaba me tirka de tûneye,
Îroj te ez qeherandim pir gelek
Ev nav çênabe ( eşek oxilî eşek)
Ew navê terorîsta te û kê çawa danê
Kelepçekin ferman biavêjin zîndanê,
Ferman tirsiya lerizî û gote çiye derman
(mûdîr beg) min xelaske ji vê bela giran,
(mûdîr) rabû giran giran gote ferman
Belê ezê te xelaskim ji vê bela han,
***
Lê ji boy bibe gernas û qahreman
Ezê lêkim navekî ji navê bapîran,
Paşnav çelîke û nav deynim tûran
Jibîr neke zû bin berxê dûv beran,
Ferman bidizî digo neraste ev gotna han
Ma kê û kengî navê bapîra kirbû tûran,
Li gûnd herkesî digotin welat
Ev nav gelkî biwa xweş dihat,
Welat temenê wî bû pazde sal
Xortekî bejin bilind û pir delal,
Sozekda got ezê tim bikim qencî
Li cîhanê tûcar nakim qet xerabî,
***
Ew bûye sofîkî pir nezan û odlar
Dayik bindest perîşan bav jî hejar,
(emir)bû nozde got ezê bibin hecî
Wê şevê bû mêvan wî kalê qûdîsî,
Jêre gotî xwişk tazî welat bin destî
Ka bi çi rengî û çawa tê bibe hecî,
Welat bi ya kalê qûrdîsî nekir
Çû mekê wî li wir heca xwe kir,
***
Vegeriya û ew çû ekseriya bê bext
Çû operesyonê paşde berik li serî ket,
Li wir ew ket û li ekseriyê mir
Gora wî kolandin li binê gir,
E’mirê wî çû bû li mizgeft û keniştê
Welat mir çû ber dergehê bihiştê,
Ew melekê mezin gelekî bi hêz
Navê qenca li bihiştê dikire rêz,
Banê kirê jêre got navê te çiye
Û tû kiye ji kûye ji kijan esliye,
***
Ez kûrdim ji kûrdistan navê min welate
Ka nasnama te di rêzêde deynim navê te,
Welat nasname xwe da destê melek
Melek xwend madê wî xerabû gelek,
Di nasnamêde welat tûneye tûran heye
Însanê bê nasname cîhê wî li vir tûneye,
Gote tû li min dikî xap fen û derew
Cîhê te qet li bihiştê tûneye hew,
Bi hêz herdû destê welat girt
Ew avêt liser gora binê gir xist,
***
Welat rabû li ser gora xwe rûnişt
Derd û keder dil tijê bû şîş û xişt
Welat got bi soz min nema kir qencî
Ta li cîhanê saxbim tim bikim xerabî,
Qet wî nema tûcaran qencî kir
Ta şêst û pênc salê nebaş kir,
Li ser trê bû (şifêr) li dihokê qeze kir
Perçe perçe bû li ser wê rêçê ket û mir,
Qet kesî meytê wî jî nas ne dikir
Cendekê wî bê xwedî mabû li wir,
Berê wî dane dojehê ba zebanî
Zebanî ban kir got nasname te kanî,
Welat got em kûrd bê nasnamene
Bi qirikê girt (siktirbe) her cihê x
Zebanî welat avêt li binê bestekê xist
Bê nasname qebûl nake ne doj ne bihişt,
Rabû ser xwe herdû tilî bilid kirin û got
ÊDÎ BESSE BESSE BÊ WELAT NAMEŞE
ME QEBÛL NAKE NE BİHİŞT Û NE DOJ E