Nasname


 Nasname
 
 
Hîn ez zarok..
Di çav êmin de
Hêsirên fetisî
Dilekî qefilî
Nezaniyeke bitisî
Ka kengî şiyar bibin
Ji xewa xwînê?
 
 
***
 
Temen zarok bûm
Tûndî
Zordestiya hovan
Danîme ser sifra
Gûran,
Tebayên dev bi xwîn
Pîkoliyê dikin
Li ser sînga xaka min,
 
Di kezeba min de
Çiqasî tûj e
Şûrê tirsa hezarên salan,
Di gewriya
Qirika min de
Zikrata herî giran.
Di paxila min de
Nivişta mirinê
Û dergehê jiyanê
Li ber min xiliqandî,
 
 
***
 
Birîn ya koletî
Dijwar û sêwî
Ew jî li ser min mor kirî,
Çima çima
Ji boy ez weke xweme
Ez gûnehkarbim,
 
 
Kê mala xwe xera kir?
Welatê min
Kir perçe û çar parî?
Ap û pismam xal û xwarzê
Li vî alî
Bav û bira xwişk dayik
Mane li wî alî
Û ez jî mame li aliyê dî
Nêvî ecem nêvî ereb
Yên dijî mane tirk û Tûranî,
 
 
***
 
Çima çima?
Qirdê min kor
Qelema min şkestî,
Erdengeriya birîndar
Û perçekirî,
Ger nebe yekitî ka tê çawa
Azad bî,
 
Ew nezaniya pir giran,
Di sînga min de
Çi birînek reş xedare,
 
 
***
 
Dê daxwaznamakê
Binivîsînim
Bi pîtê zimanê xwe
Bi qelema ehmedê xanî,
Bi evîna melayê cizîrî
Bi hêrza cegerxwîn
Û bi ol û êla
Şêx se’îdê kal,
Û dirêjî erşê bilind bikim
Gelo wê çend ziman
Azad bibin
Û kom bi kom nasname:…!

Kalê Qurdîsî
 
  • PAYLAŞ

YORUM EKLE

Misafir olarak yorum yapıyorsunuz. Üye Girişi yapın veya Kayıt olun.
Yasal Uyarı​ Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar. Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.