XEMA NEKE



helbest


XEMA NEKE 


ji tariya dîrokê de
ez şewitîme ling seqetim
ez kuştîme
lê îroj ez vejîme!

ji bona te ez hatime
evîna te xedar û pir dijware
min gelekî 
diêşîne
lê çiqas har û dijwar be
hîn bêtir şêrîn e !

ew kesê xedar û zalim 
kû tû bi zorê girtiye
û nahêle destê te têkeve destê min
ez natirsim ji wî
ew ditirsi ji hêrz û kîna dilê min
xema neke
ezê te jê bistînim
çav reşa min !

ji wan rengê ala te î şêrîn
tacekê ji tere çêkim
ji xwîna pilingan rûwê te sorkim
ji hestiyê şêran qesrekê ji tere lêkim
di nîvê dilê xwe de cîhê te çêkim
dê were keremke fermo 
rûnê li ser textê dilê min
da tû xweş bikî birîna min
şahî bike evîna min
bese bese 
delala min !

kalo 13/03/1987 nisêbîn
 
  • PAYLAŞ

YORUM EKLE

Misafir olarak yorum yapıyorsunuz. Üye Girişi yapın veya Kayıt olun.
Yasal Uyarı​ Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar. Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.