RABİRDÛWANDA
RABİRDÛWANDA
rabirdûwanda
Geryame têda
Çavê min lê ket
Dile min girêda
Horî û simsim
Ez ji rê xistim
Dema ez hatim
Ji gûnd û pêda !
Ez çûme hûndir
Ew jî hate wir
Evin bû agir
Ket dilê minda
Wê dile min sot
Tiştik ji mire got
guh kire cot
Deng neçû têda!
Çûme siya dar
Hate ba min yar
Çi evînek har
Berda dile kal
Wê yara şêrîn
kûr kirbû birin
zor kirbû evin
di dile minda
horî û melek
ewa çav belek
xem kirin gelek
xist dile minda
ez jêr nêçîrim
bo te esîrim
ez kal û pîrim
di her demêda!
Min hatir jê xwest
Kenî û vemest
Got dilêem tû xwest
Tû ketye têda!
Wê ez hilandim
Te ez pêlandim
Wê ez şewandim
Ji nenûkê û pêda !
12/06/1995 izmir
***
Rabirdûwanda: anilarımda
Simsim: Hürilerin kraliçesi
Yasal Uyarı
Yazarın yazıları, fikir ve düşünceleri tamamen kendi kişisel görüşüdür ve sadece kendisini bağlar.
Haber ve Köşe yazılarına yapılacak yorumlarda yorum yapan kişi yasal sorumludur. Sitemiz yorumlardan yasal sorumlu değildir.