PİŞTGİRÎYA KURDÊN ÎSLAMÎST Jİ BO XAZZE Û WELATPARÊZÎ
Li himber zulm û zorê hatin, rewşek him Îslamî ye û him jî însanî ye.
Tew mezlûm û qurbanî zarok û jin bin; hestên meriva pirtir
bi xemgînî tevradibe. Minak; wek rewşa îroyîn, ku li ser Xazzê di qewim e.
Lê birîn ji birînê kûrtir e. Lêv ji dirana zêdetir e/pêştir e. Bila Halepçe ya me,
ya Şehîd û bi deh hezaran qurbanîyên me, yên bi çekên kîmyewî hatin tunekirin, ji
himber zalimê wek Sedam Hisên û heval benden wî, qet ji bîr ne be. Ji bo ku em li
herêmê de tevgerîyan, bira hay ji me he be.
Mêzekin; ev tevgerên û tevlivên di warê Xazze de bi girseyî pêktên,
ne hew hestên vîjdanî û îslamî tê de heye; dixuye, bi giranî siyaset û lîstikên
fenek jî tê de dizîvirin heye!. Hinek hêzên tarî, wê di nav ew girseyên ku serê
wan, bi dijetîya antîseminizmê ve germ dibin û li ser navê îslamizmê, hinek xortên
naşî û nezan bi fen û fûta didizin, ji bo di kiryarên xwe yên herêmê de, ên
kare tarî de bixebitîn in.
Ka, kê ji bo wehşeta ku DAİŞ/İŞİD kirinin û hên jî dikin dipeyivin û yan jî
tevdigerin? Tu xwe pêşandanên taybet, di vî warî de, me ne dît û me ne bihîst!
Ma çi ferq a Musul û Kobanî ji Xazze heye? Ên li Xazze zulmê dixin, hela em bejin
ew ne ji dînê/ola me ne; lê wehşet a ku
liser navê dînê/ola me, ku li dijî yek olî û hemwelatîyên me, yên sivîl pêktên,
ma ji Xezza ne xemgîntir û girantir e? Ma İsraîl çen tirbê peyxembera teqandî
ye; yan jî çend camî bi teqa hilweşandî ye wek DAİŞ/İŞİD? Yan jî, qey em
naxwazin xwe liberbixîn in?!
Li himberhatina ev zilmû zor a ku li ser Xazze çêdibe, çawa piştgîrîya hêz û
tevgeran, ji bo Filîstîn ( yan jî bitaybet ji bo Hemas) mafdarîyek rasteqîn be;
ew qasî jî, ji bo her hêzekê, dibe
pîvanek nerînên rastînî, yan jî bi nerînên durûtî ya li ser maf û azadîya Kurd
û Kurdîstanê ye jî!.
Balkêş e; Filistîn Ereb in û 22 dewletên Erep jî heye; lê, îslamîstên Kurdên bindest, yanî mezlûm
û yetîmê vê ummetê derdikevin kolana, ji bo dewletek Erep, ya 23yemîn ava bibe
qirika xwe di çirînin û banga cîhadek ji bo wê dikin. Şoreşgerên azadîyê jî (
ka bê azadîya çi ye, ez bi xwe wê nizanim), ji xwe re wek ezmûnekê be, bi wan
re dikevin tevlivek bi lez û bez!.. Vana, di neynikek rastîpêşan de, li xwe û
rewşa ku ew têdene meze bikin; qe ne, wê çi wateyê derxîn in û çi rastî yê bibîn
in?
Pêwîst e, me re ji xwe bibirse; ka, Îsraîl lanetê heq dike; yan jî 22 dewletên
Ereb, ê ku, ji vê wahşetê re bê deng dimîn in lanetê heq dikin? Gelo wê çi
bersiv derkeve holê?
Pêvajoya dewleta serbixwe ji bo Kurda peyda bûye, kî pirtir bi dijwarî dijî
dewletbûyina me Kurda nin? Wextê Kurd piştgîrîya mezlûman dikin, divê dirûşmên xwe
de, gorî berjewendîya gelê Kurd û bi zimanekî dîplomatîk tevbigerin. Bira rêyek
ji bo dîyaloga gelan tim bimîn e û bira her daîm, dil miqabilî dilbe jî! Ên îro
xwe ji me re dost rêdidin, dibe sibe bibin dijmine me yên herî dijwar.
Na be, ku Kurd antsemînîst bin. Na be, Kurd top yekûn dijî millete Yahûdî bin.
Na be, Kurd dijî hebûna dewleta İsraîl jî bin! Lê Kurd li himber her wahşet û
zulm û zorê bê deng ne bin; çi li Xazze, çi li Musil, çi li Kobanî, çi li Roboskî
bin! Bira Halepçe ya Şehîd, di guhê her Kurdekî guharekî dîrokî be; Kurdên, çi
Îslamîst, çi sosyalist, çi demokrat û çi jî Ezdayî bin!
Gerilayên El Fetîh, dibûn leşkerên Sedam Hisên û Pêşmerge yên Kurd ên qehreman dikuştin.
Rojnamevanê biyanî, germa germa ji Yaser Arafat dipirsîn; ka nerîna te ya li
ser ev rewşa jenosaîd a ku li Helepçe çêbûye çi ye? Wî jî di bersiva xwe de digot;
evaya karên navxweyî ya İraqê ye, ez nikarim şîrove bikim û na be ez tekildar
jî bibim. Îro jî, İsraîl divê; Kurd, ku dewletek serbixwe hilbijêre û îlan
bikin, ewil ezê wê dewletê nas bikim. Ew mafê wane yê rewa ye.
Herkes helbet wê berjewendîya gelê xwe û yan jî a dewleta xwe bihizire. Bira
kes nebê je ev gotina İsraîl lîstik e; ger ev lîstik be; em ji 22 dewletên Ereb
û ji tevgerên Filîstînîyan û dewlet a Fers û Tirkan jî vê lîsktika werê
lawa/rica dikin. Bira ew jî bi awayekî lîstikekê, dewletbûyîna Kurda bi
zimanekî resmî biparêz in û diyarî raya giştî ya cîhanê bikin. Emê ji wan pir pir
memnûn bimîn in. Lê hundirê wan bi nijadperestîyê hingî tije ye, devên wan
nagere; ku dewletbûyîna Kurdan a rewa bînin ziman!.
Carek din jî balkêş e; ku ne serokê Hemasê û nê ê El Fetihê
û ne jî ê Îxwanên Muslimîn, xêrxwazî ya Kurdan nakin. Tew berovacî, bi dijwarî li
dijî dewletek Kurd in; ku li İraqê be jî û li Surîyê be jî. 22 dewletên wan
heye û hên çavên wan bar nabe, ku dewleta zarokên Silhedîn ê Eyyubî ava bibe,
ku xelaskerê wan bû jî!. Ew Silhedîn ê, ku dijminên wî yên wê demê jî, di heqê
wî de rûdinişt in û jê re digotin; Silhedîn, Egîtekî wek Şowalye ye. Yanî, gorî
bawerîyên xwe, wan, wî xwedan ehlaqe kî herî bilind dinirxan din.
Ez bawerim, îslamîstên Kurd û şoreşgerên Kurd, qendî ew enerjîyên xwe, ku ji bo
Tirk û Ereban xerc kirin û dikin; ku ji welat û gelê xwe yî Kurd re xerc
bikrana, wê her çar perçên Kurdîstanê jî bigîhanda hev û wê ji zûv de dewletek
serbixwe jî ava kiribana!..
Rewşa ew têdene, ku bi xwe enalîz bikin, ew di warê politik û aydolojîk û
sitratejîk de, ji Xazze xerabtir û wêrantir in.
Yanî, ji xelkê re jîro û ji xwe re kûro, ev e! Kurd bi xwene! Çi Îslamîst bin û
çi sosyalîst bin!..
Yanî, hefado di ber xelkê de, ev e! Kurd bi xwene! Çi Îslamîst bin û çi sosyalîst
bin!
Ên ji gelê xwe re serxwebûn û azadîyê nexwaz in; ji tu gelan re jî nikarin tu
mafî bixaz in. Çûnkî, ne rewa ye jî û him jî dibe dozek vala û bêsûd ji xwe re!
Ên ji gelê xwe re nebin, ji kesekî re jî nabin; wek, xwe li ber baranê
şilbikin! Ne xema kesekî ye, ji bo wan. Yan jî, wek xwe li ber tayê tolikê kil
bikin! Ne derdê kesekî ye, ji bo wan.
Yan jî, a herî xerab ew e; ku hinek hêzên din, wan ji berjewandî ya welatên wan
distînin û ji berjewendî ya gelên xwe yî biyanî de û yan jî, ji karên xwe yî
qîrêj de, wan dixebitîn in û nahêlin hayê wan jî, ji bayê felekê çê bibe!..
Kirinên xwe, dixin kirasekî gorî bawerî û hestên wan û wan dixapîn in!. Hingê
bi wan dibêjin “bijî bijî” di serê wan de nahêlin mejî!..
Berî her tiştî û ewil de, me re ji xwe re bibe û ji gelê xwe re bibe; dû re, me
re bawerîyek rasteqîn dikari bide gelen hemdîn û hemhal ên wek xwe!..
Cejn a Remezanê, di serî de, li gele Kurd û gelên di Kurdîstanê de dijîn re û li
hemi alema Îslamê re pîroz be.
Ev Cejna pîroz, mizgînîya serxwebûna Kurdîstanê be û bibe aramî û aştîyek
rasteqîn, ji bo herêma Rojhilat a Navîn û alema Îslamê, ku em jî tê de dijîn.
Silav û rêz; ji ên di rêya rast de xwe dikin hêz.
Ku ewil, ji gelên xwe re vedikin himbêz.
M.Nazım Güler - 27.07.2014
mnazimguler@gmail.com
info@mnazim.com