Pêwîst e her Kurdek, berî her
tiştî welatparêz be û duvre heskirina partî û hêzên xwe berbiçav bike.
Berîya her tiştî ger em Kurd, ji
hevdû re, ne dixs bin û ne jî çavnebar bin. Ger bi her serkeftîyên hev, em
serbilind û kêfxweş bin. Evaya rastîyek herî girîng e; ku em yekitîya xwe pêk
neynin, kes guh nadin me û tu daxwazîyên me û hêz û rêxistinên me jî cidî
nagrin.
Bi rastî, yekitîya Kurdan jî, pir
hêsan e; ko dev ji nebxa xweyî kesayetî berdin û hew li ser çend tiştên
bingehîn de, ew li hevkirî bin bes e. Wek yekitîya sitatuya Welat, yekitîya Al
û yekitîya Sirûda Netewî de, bi sitratejîyek yekalî biryar dayî bin û di her
nerînên xweyî polîtîk de jî, bi baverîyek netewî analizên xwe bikin û
demoqrasîyê ji bo herkesi mafekî ferz qebûl bikin, tu problem û tu kêşe di nav
wan de dernakeve.
Her partîyek dibe hilweşe û her
serokê wan jî dibe bimre û her fikir dibe bête guheradin; lê Welat û Al û
Sirûda Netewî, wê hetaûheta û her dem bende xelaskarê xwe bin û di dilê wan de
bijî. Heta yek Kurd li ser rûyê vê xakê bijî, doz û xwewna dewletbûyîna
Kurdistanê, wê dilê wan de her zindî be. Bila dijî vê xwewn û xeyalên me, tu
kes û tu hêz, tu hesaban nekin û nekevin nav tu lîstikên bi kirêj.
Di Kurdîstana Rojava de jî, di
nava Kurdan de tevlîhevî yek heye û sedema wê jî ne welatparêzî ye, lê
xweparêzî ye. Me re, tevgerê her partîyan binere û peyv û ramanên perpirsiyarên
wan, di vidyoyên di internetê de zîz dibin, bi mejîkî xweser me re li wan mêze
bike û bi aqîlane baş rexne bike; me rê, rewş û rolên wan xweş bibîne, ka, kî û
kîjan partî li ser çi rêçê de ye; yan jî kî û kîjan ji wan bi rejîmê ve hê
girêdayî ye û kîjan ji wan bi netewî tevdigere yan jî, hew berjewendîyên xwe û
partîya xwe tene diparêze wê baş zelal bibe. Kî çi rexnê li ên himber xwe
dikin; em binerin ka ew rexne, ji wanê din hê pirtir ew heq dikin, yan na.
Pêwîste ji her çar perçeyên
welêt, her partî û hêzên Kurd, bi hevalbendî û bi her cûre alîkarîyan de
mudaxilî pêşeroja Kurdîstan a Rojava bibin û kes ji kesî re astengîyan
dernexin. Her perçeyekî welat, ji her Kurdekî welatparêz re, dê bibe weke qada
netewî û tekoşîna azadîya netew. Ku her Kurdek, ked û desteka xwe bide ew
perçeyî, ji bo bi hêsantir rizgar bikin. Di nav her netewî de, pêwîst e, ji her
rengî û her bawerîyan de rêxistin hebin û ên nêzîkî hev jî bikaribe tîfaqan û
yekîtîyan bi hevdûre çêbikin. Di nav netewekî de, bi yek partî û bi yek aydîlojîyayê,
tu demoqrasî pêk nay; lê dibe, hew dîktatorîyekê bi xwe re bîn e. Ma ji xwe,
gazind û berxwedana gelan jî, ne li himber dîktatorîyan derketin e? Ji bo
dîktatorîya birûxîne û demoqrasî û azadîya gelan werîne şûnê.
Ko Tirkî ji dîktatorîya Kemalîst,
ev 90 sal e kêşeyek çawa bi xedarî dikşîne û em jî, herî mexdûrê wê nin. Pêwîst
e, em jî, ji wê tecrûbeya wanî xeternak û dîrok reş, dersê derxînin û ji bo
demoqrasîyek rasteqîn re, em pir deng û pir rengî bin. Em jî, îdin aydolojîya
yek serok û yek partîtîyê deynin hêlekê û em demoqrasîyek rasteqîn û hemdem
bipejirînin.
Xwanê ye hinek dewlet û hêzên
tarî, naxwazin Kurd bigihên hev û yekitîya xwe bi hêsanî ava bikin. Ji bo
dijîtî di nava Kurdan de derkeve û Kurd hîç li hev nekin; devletên dagîrgerên herêmê
û dewletên mezin ku berjewendîyên wan di
Rojhilata Navin de heye, çi fesadî û tevlihevî ji destên wan bê, dikin û wê her
bikin jî.
Ew lihevhatina li Hewlêr çêbûye
bila kes wê binpê nekin. Bila tu hêz û partî Desteya Bilind ji xwe re neke
sîwan û li ser navê xwê tene her biryarê bi sere xwe nedin û partîyên din tunne
nebîn in. Li pê hesabên biçûk nekevin; ew mantiqê, “bila biçûk be û bila giştik
ya min be” mantiqekî vala ye û pûç e. Divê Kurd hevdû nasbikin û rêzê ji hevdû
re bigrin. Pêvajo, ji Kurdan re yekitî û hevgirtinkê dibêje. Hevgirtin û
yekbûna Kurdan çi qas girîng be, ewqas jî pîroz e.
Ma, a herî girîng berjewendîya
şexs û partîya me re ye; yan jî berjewendîya welêt û gelên me re ye? Qey
fedakarî ewqas pir zor û zehmet e? Ji bo çi, em xwe û partîya xwe li ser welat
û gelên xwe ferz dikin? Ferz, welat e, ne partî ye! Ferz, netewe û gel e, ne
şexs in! Lazim e, em van tiştan ji hev derxîn in. Em aqil û mejîyên xwe
tevlîhev nekin. Em kûr û dûr û berfireh bihizirin û biponijin; ku, ka rastîya me
çi ye û ka şaşitîya me, di kude de ye?
Ji bo nav û statuya Kurdîstan, ji
bo Ala Rengîn û ji bo Sîrûda Netewî, yanî, ji bo hestên netewî bibe bingeha
nerînên her Kurdekî û ji bo berxwedanek wateyî re, pêwîste ewil ji nav PKKyîyan
rewşek bi hêz derkeve holê. Çimkî ew di vî perçeyî de hêza herî sereke ye.
Guherîna demoqratîq û ya herî bingehîn, dê ji wan hêvî bibe. Emê binerin ka
Apocî xwedî çi irade nin; yan jî ka çi qeysî welatê xwe di parêz in û ji bo
demoqrasîyek rewa, ka çi qeys demoqrat in, bila diyar bibe.
Di rojê de, pirsgirêka Kurdan çi
ye? Pirsgirêka Kurdan, a herî mezin ji rexna re derî girtîbûn e û ji xwe
rexnekirinê re tunnebûn e. Hema, ko rewşenbîrek, ji bo rexnekirinekê devê xwe
vebike, hew dimîne, hêlên ku rexne li wan dibin, tê ku ew rewşenbîrî bişuhurîn
e û bihetikîn e. Ango ji bo qet rexne li wan çênebin.
Ma hêzek, yan partîyek, bi şîara
"yek parti, yek serok, yek nerîn" a xwe, li ser netewekî û hemî partî
û hêz û rêxistinên wî gelî de ferz bike, qey pir rewa ye û yan jî, ew çawa
demoqratîk dibe?
Rexne kî dike bila bike; a herî
girîng, ne xwedanê rexneyê ye, rastîya rexnê ye. Ko me re, ji rexna re girtî
be, îjar ji bo em ji rexnê û rastîya wê birevin, emê xwedanê rexnê bilewitîn in
û bişihurîn in. Lê bi vê babetê rexne pûç na be û rastî jî holê wenda na be.
Ka rexne çi ye û ji bo çî ye?
Rexne ew e, ko kêmanîya dostên me he be, bi rêya rexneyên xwe, em wan rast
bikin û wan temam bikin. Di ser rexnan de, em bes hevdû biêşînin û enerjîya
hevdû bi berhewa de tunne nekin. Pêwîst e, em ewil hevdû nas bikin û duvre, di
kêmasîyên xwe de em hevdû şîyar bikin û di rexnê xwe de em hevdû temam bikin.
Ji bo tekoşîna ji ber egoyî û kesayetîya xweparêzî, li qada hevaltî û
cemawerîya me de cih negre û çi di warê vê babetê de hewlên ko çêbibe jî, bila
vala derkevin.
Pêwîst e her Kurdek welatparêz be
û ji bo yekbûn û hevgirtinek rasteqîn hewl bidin û bi hevre têbikoşin. Ji bo li
himber neyara em biserkevin.
Hun her serkeftî, şad û bextewer
bin.
M.Nazım Güler -21.12.2013
info@mnazim.com