AŞTÎ, GO ÇARESERÎYÊ BİXWERE BÎNE WATEDAR E
Kêşeya Kurd, pirsgirêkek girîft û pir mezin e; ji bo wê, ev sih
salin go şerekî çekdarî tê dayîn û her du alî hêzên şervan jî, rawestîyan û
betilîn û neçar man in. Ev roj, her du hêz hatine wê merhalê go dawî li vî şerî
bîn in û çareserîyêkê derxînin holê. Gelên me û herêm jî bende vê mizgînîyê ye.
Gelo şer ji bo çi destpêkiribû? Di serî de iddîayên weha
dihate gotin: ji bo xellasîya netewê Kurd dest bi vî şerê çekdarî hate dayin. Ji ber go
navê Kurd û Kurdistan qedexe bû. Zimanê Kurdî qedexe bû. Ji ber go dîrok û
çanda Kurdan dihate înkar kirin; aborîya welêt a li ser erd û li bin erde de dihate talan
kirin. A herî girîng jî, dihate gotin; ku dagirker û qolonyalîst û
emperyalîstan, welatê me, ji dervî îradeya gele me, kiribûn çar perçe, ji ber wê yeke jî, ji bona Kurdîstanek
yekgirtî û demokratik û sosyalist û serbixwe
ava bibe ev şerê çekdarî dest pêkan bûye.
Ev roj, bi vê çareserîyê de ji van iddîayan û daxwazan wê çi bi dest we re, evêya
jî tiştekî din e.
Li hêla din, dewlet, bi leşker ( bi Ergenekon û jitem)û polîsên tîm û sîxurên
xwe li himber ev şerî (û li ser gelê Kurd), tu hovîtî nema go nekir. Zindana
Diyarbekir ji vî şerî re bû agir û pêt û bingehîn. Bi hezaran gund serûbin bû,
ajalvanîya wan gundan û aborîya herêmê di ber pêyan de çû. Ev şer bi kutayî bi
deh hezaran can û bi sed milyar dolaran zirarên aborî bûye mal. Ji bo ku dewlet
di got; “yek ziman, yek al, yek netewe û yek dewlet” ev şerê dijwar dikir û sih
salî ev şera domand. Ev roj dewlet, ji bo Kurdan ka çi qebûl kirîye, go vê kêşeyê
çareser bike, ew jî tiştekî din e.
Pêvajoyek ketiye rojevê. Hingê navê wê, go wer tê guherandin;
kes nizane ka wê çi navî lê bik e. Ewil di serî de hat gotin; “Vebûna Kêşeya
Kurd”, dûv re bû; “Projeya Yekitî û
Biratîyê”, dûv re bû; “Vebûna Pêvajoya Demokratik”. Ev car jî divên; “Pêvajoya Çareserîyê
û Aştîyê”. Vaye Aştî ket rojevê, lê ka
Çareserî jî pê re ye, ne pê re ye; yan jî, ev çareserî wê çareserîya kêşeya Kurd be, yan, hew ji bo bidawî
anîna şerê çekdarî yê be(go dewlet hîn jêre dibê je Teror), ez wê jî nizanim.
Ji bo aştî pêkwere, di Newroz a îsal (2013) de, bi mesaja
Apo re, go PKK jî ew pejirand û agirbes destpêkir. Vekşandin û çekberdana
çekdarên PKK jî dirojevêdeye. Lê gelê Kurd û Tirk jî hên hûrandina vê pêvajoyê
nizanin; go ka wê çi, çawa bibe. Ez bawerim çekdar jî nizanin wê çi, çawa bibe.
Bi çekberdanê dive aştî destpêbike, lê çareserîya kêşeya
Kurd, wek xwanê dike wê bi zehmetî birêve biçe. Xwuyaye aştî û çareserî ji hev
cüda tê ziman. Lê belê çareserî pêknê, aştî jî wê temen kin be û navê wê, wê
xapandin be.
Çekberdan, di be, ji gele Kurd û rewşenbîrê Kurd re jî, rêyek demokratik veke û di hêla fikr û raman de pêşkevtinek bi hêz derxîne holê. Di nav (rêxistinên) Kurdan de demokrasi tunne bû, rexne û lênerînên alternatif bihata parastin di sîya çekan de dibû problem. Bi çekberdanê, ew astengên li ser ronakbîr û rewşenbîrên Kurdan jî, wê başîyekê bi xwere bîne. Wê aborîya herêmê jî bi ruh were û pêşkevtinên aborî jî wê destpêbike.
Lê çareserîya kêşeya Kurd, wê çi be, wê çawa be, wê ji
Kurdan re tu statü tê de he be, ne be, ev hên jî ne diyar e.
Go statuyek tunne be, ev çareserî wê ji Kurdan re bê çi wate yê. Al tunne be,
navê welat û statuya wê tunne be, ev şerê 30 salî û ev qetl û qutûla 50 hezar
canî û 3-4 hezar gundên wêran bûyî û bi milyonan Kurdên koçber bûyî, wd. di ber
çi de çêbû? Wê ev hisabî ka kê, wê çawa bide gelê Kurd?. Ev jî tiştekî dine.
Heger çareserîyek bi dilên rastî û ji bo biratîyek vekhevî tên xwastin; pêwîste
go PKK û derûdora wê û Hukumet û Aqilmendê wê ev pirsanê jêr ji xwe bipirs in:
- Di makezagona nû de navê Tirk he be û navê Kurd tunne be, wekhevî di be?
- Ala Tirk he be û Ala Rengîn tunne be, wekhevî di be?
- Zimanê Tirkî resmî be û zimanê Kurdî (hema di aliyê herêma xwe de be jî) ne
resmî be, wekhevî di be?
- Cumhurîyet bi eynî navê “Turkîye Cumhûrîyetî”
bimîne û statuya Kurdan jî tunne be, wekhevî di be?
- Çi ma navê dewleta hevbeş; ne be “Anatolya Cumhurîyetî”, yan jî ne be “Anadolu
Cumhurîyetî”; ji bo navê Tirk û tu nîjadên din tê de tunne be? Ji bo tevda
gelan wekhev bin na be?
- Yan na, ka wekhevî û biratîya wek hev, wê bi çi awayî qebûl bibe, yan jî bi
bawerî wê çawa pêkwere. Wekhevî tunne be, wê azadîyek rasteqîn dê çawa çêbibe?
Heger PKK û Hukûmet, van pirsan ji xwe ne pirsin, wê Gelê Kurd, ji xwe
bipirsin. Heger Gelê Kurd jî, ji xwe ne pirsin, aqtorên Herêm a Rojhelat a
Navîn û dewletên go berjewendîyê wan di vê Herêmê de heye, wê van pirsan, bi
dilûcan û kelecanek bi çavsorî ji Gelê Kurd bipirsin. Ez bawerim wê pirsên wan aqtoran,
wê bi bandor bin jî, çimkû Kurdîstan a Başûr wek mînakek li ber çava ye;
Kurdîstan a Rojava li ber derî ye û go ev derî vebe Kurdistan a Rojhelat jî li
paş derî ye û evana jî, ji herkesên têkildar ve diyar in.
Ma Kurdên Bakur, bi erdnîgarîya xwe, bi nufûsa xwe û bi xwendevan û ronakbîrên
xwe ne 4-5 caran li Başûr e? Wê çawa bêstatüye, yan jî statuyek kêmî wan qebûl
bik in? Îroj bi bandor û daxwazîya APO û PKK’ê go bêstatutîyek qebûl bibe jî,
wê ev rewş di pêşêrojê de çawa berdewam bibe? Pêwîste bi giştî ev pirs û
pirsgirêkana tev de liberçavan bên dayin û wer jî li ser bê tevgerandin. Rastîyek
din jî ev e; Kurd jî ne Kurdên berê nin, herêm jî ne ew herêma berê ye. Dinya
jî tev hatiye guherandin. Aqtorên dinya yê jî, ji bo berjewendîyên xwe cuda û
har tevdigerin. Bila kes, bi tu awayî xwe ne xapînin.
Çareserî, ji bo bi pêvajoyek hêsan pêkwere; pêwîst e bi agirbest û çekberdanê ve,
bi lez îradeyek demokratik bandora xwe bide pêvajoyê û çi di makzagon û di zagonên
demokratik de pêwîst be, zû avabikin û rê li ber mafên Kurdan zû vekin û gelên
ji dervî Kurdan jî, ji bo van guherînan bi lez amade bikin. Ez bawerim tu gel
ji hevdû aciz nabin; lê hûn terefên aqtor, go aqilên wan tevlîhev nekin. Gel
hemû amade ne, ji bo aştîyê jî û ji bo biratî û guherînên demoqratîk re jî.
Bila her tişt di berjewendîya hemû gelan de be. Bila aştî û
biratî jî, bi dilûcan û bi bawerîyek rasteqîn de û demoqratîyek bin dagirtî de be.
Bila ew hêvîya go were, da bi kelecan û azadîya gelên go di vê erdnîgarê de
dijî de be.
Hûn her di silametî û evîndarîyê debin.
M.Nazım Güler-19.04.2013
info@mnazim.com