Nivîsa min a di ajansa nûçeyan a Firatê de hatiye weşandin.
LI SER ÇEND ŞAŞIYÊN ZIMANÎ
Li ser ziman guftûgokirin xweş e, û pêwîst e. Li ser ziman gelek tişt hatine gotin û xuya ye ku wê hê gelek tişt bêne gotin. Ji ber ku ziman stûna sereke ya navmalê û ya çandê ye. Herçiqasî li gorî rewşa gelan girîngiya ziman biguhere jî ji bo Kurdan nasname ye. Ango nîşaneya man û nemanê ye. Lema parastina ziman, parastina nasnameyê ye; parastina hebûnê ye. Hebûn divê li ser koka xwe be; divê li ser bingehê xwe be. Ji ber dagirkerî û mêtinkariyê, bi asîmîlasyonê re pirsgirêkên girîng di warê ziman de hene. Ez ji bo van pirsgirêkan nabêjim pirsgirêkên ziman, ji ber ku ev pirsgirêkên zanîn û nezanînê ne. Ez dema qala zanîn û nezanînê dikim, ez bi tenê qala zanîna di warê zimannasiyê de nakim, di heman demê de ez dixwazim îşaret bi zêhniyetê bikim ku çawa xwe di ziman de nîşan dide. Min berê jî pirî caran li ser girîngiya ziman nivîsî ye, ji ber vê, ez ê li vir dubare û dugêsinî nekim. Ez dixwazim li vir bi mînakan bandora dagirkeriyê li ser ziman û têgihiştinê raber bikim. Hemin ez ê nebêjim ji sedî sed ez rast dibêjim, lê belkî bi vê hewldanê piçek be jî li qorê vî dîwarî kelpîçekî deynim. Ji bo ziman çavkaniya me, pirtûkên klasîk ên kurdî, stran û klamên dengbêjan, dapîr û bapîrên me ne. Mînakên ez ê bidim bi temamî min ji rojname, ajans û televîzyonên kurdî girtine. Mînakên ez ê bidim bi tenê ji heyî kêm numûne ne.
Makezagon: Ez dixwazim bi vê gotin û têgînê bi mijarê dakevim. Ji ber ku mebesta min ew e, bi mînakekê zêhniyeta di warê ziman de raber bikim. Bi zêhniyeta ji dêhn tê, em ê jî dêhnê xwe bidin ser mijarê û hewl bidin rewşê hinekî ji hev veçirînin û vejinînin. Hemin li pişt her helwest û awayî zêhnitek heye û ev xwe bi awayekî ji awayan dide der. Ya em bikin jî ew e, em vê zêhniyetê derb bikin û bi awayekî herî zêde nêzî rastiyê bikewînin. Bi çend mînakan, em ê bikaribin mebesta xwe baştir rave bikin. Armanca me ew e, em hev serwext bikin. Ji ber ku heta em hev serwext nekin, em nikarin hevdu ji şaşî û çewtiyan dûr bixin. Gotin û têgîna `Makezagonê` ji têgîna tirkî `Anayasayê` hatiye wergerandin. Di warê wergerê de şaşî heye û li pişt wergerê zêhniyetek xuya dike. Em berê li şaşiya wergerê binêrin. Tirk berî `Anayasayê` bi kar bînin, gotina osmanî `Qanûnî Esasiye` bi kar dianîn. Bi vî awayî, em fêhm dikin ku hevalên gotin wergerandine, gotina tirkî şaş fêhm kirine. Ji ber ku `ana` bi maneya `esas-bingeh` e, ne bi maneya `Mak` e. Ya din jî gotina `zagon` e. Bi qasî ku min pirsî ye, ji bilî kesên nû bi ziman re mijûl dibin, kes vê gotinê nas nake. Min li ferhengê nêrî, ev gotin bi Çekî û Rûsî weke `zakon` tê bikaranîn. Baş e, em dipirsin çima gotina `qanûn` bi kar neanîne, dibêjin, gotina `qanûn` bi erebî ye. Ez li reh û rîşa gotina `qanûnê` dinêrin, ew jî bi Yewnanî ye. Eger hûn ji min bipirsin gotina `qanûnê` weke gelek gotinan hevpar e, û ne ya ti milletî ye. Ango ya her kesî ye. Em qebûl bikin ku erebî ye. Ma ne tiştekî pir asayî ye ku ziman gotinan bidin û bistînin. Jixwe ev her welê bû û wê welê be. Nabe ku em di ziman de nijadperestiyê bikin. Çawa ku zimanê me ji zimanên din girtiye, zimanê me jî daye zimanên din. Dema ziman gotinan digirin kirasê xwe li wan dikin û heta naveroka wê jî hinekî li gorî xwe difesilînin, diedilînin. Em ê mînakên vê jî bidin. Kötü ya tirkî di kurdî de weke `kotî` bi cih bûye, dîsa `burunotu` weke `birnotî` cihê xwe girtiye. Li vir, divê ez gotina zimannasekî bi bîr bixim; zimannas dibêje: "Kesek çawa ku piştî sê rojan li malekê ma êdî mêvan nîne û ji malê ye, gotinek jî piştî demekê di nava zimanekî de ma êdî ew ji wî zimanî ye."
Di zimanê kurdî de gotina `Destûr` heye. Ev gotin gelekî kevn e. Li gorî hinek lêkolîneran gotina `Destûr` di dema Sasaniyan de hatiye bikaranîn. Îro ev gotin li beşekî Kurdistanê û di nava zimanê Erebî de tê bikaranîn. Jixwe erebî gelek gotinên xwe yên dewletdariyê ji Sasaniyan girtiye. Baş e, tevî ku gotineke me ya bi vî awayî kevn û têrmane heye, çima gotin û têgîn têne çêkirin. Ya rastî, mirov vê fêhm nake. Dibe ku ev ji nezanî û xeşîmiyê be, yan jî nexweşiyeke rewşenbîriya kawikî be. Jixwe zimanekî me heye, ma hewce dike ku em zimanekî çêkin kes jê fêhm neke.
Şer û Pevçûn: Ev her du gotin û têgîn pir zêde têne bikaranîn. Lê bi qasî ku ez dibînim şaş û ne di cih de têne bikaranîn. Li tevahiya kurdistanê kurmancîaxêv têgîna `pevçûnê` kêm zêde weke hev bi kar tînin. Maneya wê jî ew e, du kes an çend kes devjeniyê dikin û pevdiçin. Bi pevçûnê re dikarin li hev jî bidin. Ji vê pevçûnê re gotina `şer` jî tê bikaranîn, lê ji bo `şer` gotina `pevçûnê` nayê bikaranîn. Min pirsî ka heval ji bo çi vê gotinê wisa şaş bi kar tînin. Li şûna gotina tirkî-erebî ya `çatişma-îştîbakat` bi kar tînin. Em ne mecbûr in ku zimanê kurdî li gorî zimanekî din bitewînin an jî bifesilînin. Bi zimanê me bûyereke çawa tê pênasekirin û gotin, divê em welê bibêjin. Hinek rewş di zimanê me de jî hene, di zimanê din de nînin. Ev tiştekî pir asayî ye. Her ziman li gorî xwe, xwedî derûnî û gewde ye.
Jîn - Jiyan: Bi qasî vê gotinê, belkî ti gotin di zimanê me de şaş nayê bikaranîn. Di qalibê hevokan de awayê bikaranîna vê gotinê li gorî zimanê tirkî û erebî ye. Ez ê vê rewşê, bi hevokên mînak ên di çapemeniyê de nîşan bidim.
ŞAŞ: "Dayika Eyşê hesreta axa xwe dijî"
RAST: "Dayika Eyşê bi hesreta axa xwe ye."
ŞAŞ: ...di bin şert û mercên zehmet de dijîn
RAST:... di nava şert û mercên zehmet de ne.
ŞAŞ: "Pirsgirêkên elektrîkê têne jiyîn",
RAST: "Pirsgirêkên elektrîkê hene".
Di çarçoveya heman mijarê de hevokeke me ya din heye ku me ji rojnameyeke kurdî girtiye.
ŞAŞ: "bi hatina zivistanê re welatiyên ku di xaniyên ji axê de dijîn..."
RAST: "bi hatina zivistanê re welatiyên di xaniyên axî de dimînin..."
Çawa ku di vê hevokê de tê dîtin, di gelek hevokan de `yên, yê, ya...` li şûna `ku` tên bi hev re têne bikaranîn. Wekî din, hin awayên gotinê bi kurdî nînin. Kurd nabêjin `xaniyên ji axê` dibêjin `xaniyên axî`. Di vê hevokê de jî `dijîn` ne li cihê xwe hatiye bikaranîn.
Rêheval (hevrê): Gotina `rêheval` ji `yoldaş` a tirkî hatiye wergerandin. Wergereke şaş e. Çima pêdivî bi vê wergerê hatiye dîtin, em nizanin. Dibe ku hevalê ev çêkiribe haya wî ji gotina `hevrê` tinebe. Ji ber ku gotina `hevrê` di temamê dîwanên kevn ê kurdî de heye. Pirî caran bi gotina `heval` re hatiye bikaranîn. Ew û gotina `hev-al` di yek miqam û qalibî de ne. Çawa ku tê zanîn, hev-al ew kes in ku li aliyekî cih digirin. Hev-rê jî ew kes in ku di heman rê de ne. Li ser vî miqamî birrek gotinên me hene, weke hev-par, hev-derd, hev-kar, hev-serok, hev-xem û hwd.
Rasthatin: Ev gotineke xerîb nîne û ji aliyê her kesî ve tê naskirin. Her roj tê bikaranîn. Mînak, ez û te li sûkê rastî hev hatin. Lê em dibînin, di gelek hevokan de ev şaş tê bi karanîn. Li vir, pîvana em deynin ev e: Dibe ku hûn hevokê li gorî rêzimanî rast deynin, lê eger kurd bi wî awayî nepeyivin, ew tê wê maneyê hevoka we daniye şaş e.
ŞAŞ: "...Eyşê rastî tecawiza polîsan hat..."
RAST: "...polîsan dest avêtin Eyşê..."
ŞAŞ: "... rastî êrîşa polêsan hatin..."
RAST: "...polîsan êrîşî wan kir an jî polîsan êrîş bire ser wan..."
ŞAŞ: ...rastî êrîş û lêdanê tên.
RAST: bi ser wan de girtine, êrîşî wan kirine, lêdan xwarine û li wan dane.
Temaşevan (temaşeker) - Axaftvan (qiseker) - guhdarvan (guhdar) :
Gotinên min li jor danîne, daçekên wan şaş in. Daçeka `van` ji bo pîşe tê bikaranîn. Weke, şivan, gavan, berxvan, rojnamevan, darvan û hwd. Nabe ku em çawa dixwazin daçekan bi kar bînin. Di kurdî de gelek daçekên kirdaran hene û heta hinek ji wan hatine jibîrkirin. Jixwe kirdara `guhdarvan` bi temamî sosret e. Heqê kesî nîne bi vî awayî dest biavêje zimanê kurdî.
Pêşeroj - Paşeroj:
Li ser van herdu gotinan gengeşiyeke mezin heye. Gotina `pêşeroj` di kurdî de nû ye, û gotineke lihevçêkiriye. Lê gotina `paşroj-paşeroj` kevn e. Min bi xwe di dîwana Feqiyê Teyran de dîtiye. Bi maneya haziriyên siberojê yên zivistanê tê bikaranîn. Her ziman mentiqekî xwe heye û nabe ku li gorî zimanekî din were ravekirin. Bi qasî ku min fêhm kiriye, di kurmancî de zeman û teref berevajiyê hev in. Li ser şirîta zeman, bûyerên destpêkê, mirovên destpêkê yên pêşî ne, ji ber vê, em ji wan re dibêjin `pêşiyên me` û ji gotinên wan re jî dibêjin `gotinên pêşiyan`. Jixwe tiştek pêşî bê, tişta din paşê tê. Mînaka vê paşîv e. Pêşnîvro û paşnîvro. Mamoste Mistefa Reşîd di vê babetê de nivîseke berfireh nivîsî bû. Meraqdarê wê dikarin li ser înternetê peyda bikin.
Em ê çend mînakên din li jêr rêz bikin û di dawiyê de jî pîvanên xwe xal bi xal deynin:
ŞAŞ: "...43 wendahiyên çeteyan hene..."
RAST: "...43 kuştiyên çeteyan hene..."
ŞAŞ : "me dayika Gulîzar wenda kir..."
RAST: "Gulîzarê wefat kir, jiyana xwe ji dest da, koça dawî kir,...
ŞAŞ: em vê mijarê bigirin dest
RAST: em bi vê mijarê dakevin
ŞAŞ: rexnedayîn
RAST: xwerexnekirin - rexnelixwegirtin
ŞAŞ: serlêdana sûc
RAST: gilîkirin
ŞAŞ: pêşketin - gelişme
RAST: bûyer, qewimîn
ŞAŞ: mijara gotinê
RAST: mijara qala wê tê kirin, mijara behsa wê tê kirin,
ŞAŞ: hîm avêtin
RAST: hîm danîn
ŞAŞ: îmze avêt
RAST: îmzeya xwe danî
ŞAŞ: xist jiyanê
RAST: pêk anî, bi cih anî, praktîze kir
ŞAŞ: derxist zanebûnê (bilince çikarmak)
RAST: serwextî, têgihiştin, bîrbirin
ŞAŞ: Parastina cewherî - rêveberiya cewherî
RAST: xweparastin - xwerêvebirin
ŞAŞ: valaderxistin
RAST: pûçkirin
ŞAŞ: "lampeyê bigire, televîzyonê bigire..."
RAST: "lampeyê vemirîne, televîzyonê bitefîne..."
ŞAŞ: "Rê ji trafîkê re girtin"
RAST: "Rê li trafîkê girtin"
rûbirûbûn - yuzyuze gelmek
hatin rû hev – yuzleştiler
bergirî – himaye - protect
parastin – difa’a - difenc
Encam:
1- Divê em gotinan li hev çênekin. Eger bivênevê çêbibe jî divê li gorî ruh û bedena zimanê kurdî be û bi lihevhatinekê be. Jixwe dema di kurdî de hebû, çêkirina gotinê bi ti awayî nabe.
2- Ziman pir bi asayî didin û distînin. Gotinên ji mêj ve di zimanê me de cih girtine, avêtina wan şaş e. Mirov dikare ji çend gotinan gotinekê tercîh bike, lê mafê avatinê tineye. Ango di ziman de nijadperestî nabe.
3- Her ziman li gorî xwe xwedî ruh û gewde ye, nabe ku li gorî zimanekî din were tewandin, fesiland û edilandin.
4- Divê hevokdanîn li gorî kurdî bin, ji aliyê gramerê ve hevokdanîn rast be jî ne li gorî kurdî be şaş e. (Erebekî digot, erê hûn li gorî rêzmanê erebî rast dipeyivin, lê em ereb wisa napeyivin.)
5- Çavkaniya zimanê me, klasîkên kurdî, stran, kilam û zargotina gelê me ye. Rêwanbêjî û xweşbêjî karê wêjevanaye, lê hewldanên xwe ji vê dûr dixin û zimanekî gel fêhm nake diafirînin nexweşiyeke derûnî ya bindestiyê ye.
6- Di ziman de divê mirov bêhnfireh be, zû biryaran nede, bi gotina "ji sedî sed wisa ye" nepeyive. Eger mirov tiştekî nizanibe, dikare ji bo demeke din bihêle.
7- Di ziman de gotin aliyê wê yê ferhengî (luxewî) û têgînî (istilahî) heye. Ji bo bikaranînê aliyê têgînî pêwîst e.