Rojekê çivîkek diçe cem Hz. Silêman giliyê derwêşekî dike û jê re dibêje, derwêş bazkê wê şikandiye. Hz. Silêman gazî derwêş dike û jê dipirse: "Ev çivîk giliyê te dike, te çima bazkê wê şikandiye?" Derwêş weha xwe diparêze: "Ez çûbûm nêçîrê û min xwest wê zevt bikim. Pêşî ez nêzî wê bûm. Nereviya. Ez hinekî din nêzî wê bûm dîsa nereviya. Min jî xwe avêt ser wê û zevt kir. Lê dema min xwe avêt ser wê bazkê wê şikiya." Hz. Silêman berê xwe dide çivîkê: "Derwêş mafdar e. Çima tu nefiriyayî û neçûyî. Te xwe neparastiye." Dora xweparastinê ya çivîkê ye: "Dema min ew bi kincên derwêşan dît ez nefiriyam. Eger min zanîbûya ew nêçîrvane ez ê bifiriyama. Ji ber ku ez fikirîm, derwêşek zirarê nade min." Xweparastina çivîkê bi serê Hz. Silêman dikeve û dixwaze qisas were bicihanîn. Hz. Silêman dibêje, çivîk mafdar e, û divê tavilê milê derwêş were şikandin. Lê çivîk li ber vê fermanê radibe: "Ez benî tiştekî wisa nekin." Hz. Silêman jê dipirse, "Çima tu li ber fermana min radibî?" Çivîk weha dibêje, "Ez benî, eger tu milê derwêş bişkînî wê dîsa milê wî bicebire û wê dîsa heman tiştî bike. Ya baş ew e, hûn kincê derwêşan jê bikin, ji bo ku kes pê nexape."