1- Eger hûn bi yekî re bi zimanê jê fêhm dike
bipeyivin hûn ê xîtabî zêhnê wî-wê û eger hûn bi zimanê wî-wê pê re bipeyivin
hûn ê xîtabî dilê wî-wê bikin.
2- Di jiyanê de mezintirîn şeref ne ew e ku mirov
nekeve, her cara ket bizanibe rabe.
3- Li jiyanê ya girîng ne ew e ku mirov jiya be.
Ya girîng ew e, mirov cudahiyê di jiyana kesên din de bike ku ev giranbuhabûna
jiyanê rê me dide.
4- Wêrekî ne bêtirsî ye, ya min fêhm kiriye
serdestiya li tirsê ye. Kesê wêrek ne ew kes e ku natirse, ew kes e ku
serdestiyê li tirsê dike.
5- Ez ji dostên xwedî zêhna serbixwe hez dikim. Ew
dikin ku hûn ji her alî ve li meseleyan temaşe bikin û wan bibînin.
6- Ez berî karê xwe tim 15 deqeyan amade me û
serketinên min yên di jiyanê de bi saya vê ne.
7- Zor û zehmetî belkî bi tenê ji bo hûn bêhna xwe
bidin bi serê we tên.
8- Nabe ku kes ji ber rengê çermê xwe, dîn û fikra
xwe li derve bê hiştin. Herweha ji ber van sedeman nabe ku mirov ji kesî-ê
nefret bike.
9- Gelek caran a mirov ditirsîne ne rohnî ye,
tariya di hundurê me de ye.
Her tim hay ji vê hebin.
10- Ji bîr nekin, azadî ne ew e ku mirov bi tenê
xwe ji zincîran bike, mirov azadiya kesên din zêde bike û ji azadiya wan