Li bajarê Kûfeyê bi giranî alîgirên Hz. Elî hene. Zilamek ji vî bajarî diçe Şamê. Ji bo firotinê mihînek jî pê re heye. Dema li nava kolanên Şamê digere kesek pêrgî wî tê û bela xwe tê dide. Bi serê mihîna wî digire û dibêje, ev hespê nêr ê min e. Zilamê Kûfeyî aciz dibe û jê re dibêje, ev mihîna min e, nêr jî nîne. Lê dike nake nikare bi qelpezanê şamî. Xelk li dora wan kom dibe. Paşê Muawiye tê li herduyan guhdarî dike û biryara xwe dide: "Ev hespê nêr ê zilamê şamî ye."
Muawiye piştre berê xwe dide civatê: "Civata hêja ev hespê nêr ê kê ye?"
Civat bi yek dengî dibêje, "Ev hespê nêr ê Şamî ye."
Zilamê Kûfeyê matmayî li wan temaşe dike. Muaviye bang lê dike û jê re weha dibêje, "Kûfeyî ! baş guhê xwe bide min. Tu jî zanî ez jî zanim mihîn a te ye. Lê dema tu vegeriya Kûfeyê ji Hz. Elî re behsa vê serhatiya xwe bike û jê re weha bibêje, `Ya Elî, bi qasî 10 hezar peyayên Mûawiye hene ku hespekî nêr û mê ji hev dernaxin."
Muawiye di dawiyê de merijî û got, "Jê re bêje, bila aqilê xwe bide serê xwe."