Bîst sal berê Nûbihara ku di Cotmeha 1992yan de dest bi weşana xwe kiribû, dîsa di vê meha Cotmehê de jimara xwe ya 121an ya payîzê weşand û bîst saliya xwe tije kir.19.10.2012 16:47
Bîst sal berê Nûbihara ku di Cotmeha 1992yan de dest bi weşana xwe kiribû, dîsa di vê meha Cotmehê de jimara xwe ya 121an ya payîzê weşand û bîst saliya xwe tije kir.
Wek ku tê zanîn Nûbihar ji sala 1992yan vir de heta niha bi Kurdî derketiye bi sedan îmzeyên cihê cihê di Nûbiharê de cih girtine.
Nûbihar di vê pêvajoya dûvdirêj de ji gelek kesan re bûye mekteb û gelek nivîskar cara yekem di Nûbiharê de nivîsên xwe nivîsîne û dest avêtine nivîskariyê.
Di vê jimara payîzê de nivîsên cûrbecûr, çi edebî çi lêkolînî, werger, hevpeyvîn û çend helbest cî digrin.
Wekî her car ev jimara Nûbiharê jî bi Kurdiyeke şêrîn xîtabî xwendevanên xwe dike…
Naveroka vê jimara Nûbiharê weha ye:
Çare di wekheviyê de ye/Süleyman Çevik
Di romanên Halîde Edîp Adivar de Kurd/Mehmed Emîn
Keştiya bayê/Rojen Barnas
Helbestek û sê xweyî/M Xalid Sadînî
Rûpelên Amûdî; Seydayê min, Mele Ehmedê Herbî/Fawaz Husên
Ji dûriyê re/Berken Bereh
Yek ji alim û helbestvanên Kurd: Mele Nurullahê Godîşkî/Cîhad Bakirhan
Şêx Hemzeyê Tilloyî û mersiyeya wî ya li ser Şêxê Hezîn/Mesûd Serfiraz
Leylname: Çêja wêjeyeke resen/Jan Dost
Gotinên wan derew in/Mewlana Celaleddînê Rûmî Ji Farsî: Hayrullah Acar
Îslam û ziman û edebiyata Kurdî/Tehsîn Îbrahîm Doskî Ji tîpên Erebî: Kerem Lêwînî
Wijdan/Abdullah İncekan
Dayê/M Kaya
Cemal Xeznedar: Me heta sala 1968an rojnameya Kurdistan nedîtibû/Hevpeyvîn: Kenanê Nado