ŞAH MAT
wan ez şah û mat kirim !
20.08.2012 09:36
ŞAH MAT
çav li rê westyan
yar nake xwiyan
derd tev civiyan
li min bû ferman
xwîna dil kêmbû
maka jîn û jiyan
hilma min qûtbû
mame bê giyan !
her kes dizanî
xweş bû ciwanî
nizanim kê bir
paş de neanî
îro ez bûm kal
hat can giranî
'emrê kû çûye
tevde poşmanî !
temen derbazbû
nêzîk hat mirin
sikrat giran bû
kete qirka min
felek û beko
şêwra xwe kirin
kû difret girtin
wan şahmat kirim !
Kalê Qurdîsî
Diğer KÜRTÇE ŞİİR haberleri