EVÎNEK YEK ALÎ
derdê te ez êşandim birîn xedar û kûre
ji evîna te ez harim lê îroj ji min tû dûre
dixwazim te bibînim ber min dîwar û sûre
ev agirê li dilê min wek dojeh wek tenûre !
zûve ez li hêvya teme carkê were vı milî
were li nik min rûn e bê gazin û bê gillî
dikim nakim tû nayê ez gû têxim vî dilî
bese xapa li min bike lê tû pir xûz û xware !
gelekî li bende te mam nizanim ev çend sale
ger tû carkê li min bipirsî qurdîsî yekî kaale
ji dil û can nexoşe gelekî giran ew bê hale
wer serîkî lê bide lê payizxêr ne bihare!!
Kalê Qurdîsî