BIHAR
Bi dawî bû sibat û dest pê kir adar
Îca neqş û rengên xwe eşkere kir bihar28.02.2013 21:51
BIHAR
Gava cîlweya ismê Fettah tecellî kir
Dîsa gula bi rengê nebewî pel vekir.
Her der bû meydana heşrê û şiyar bûn nebat
Jî reqsa nebatan mesrûr bûn tev heywanat
Zirûh giş ji kêf û eşqa biharê hatin cezbê
Dema rahmet ji indê wî qetya û derket ji xeybê
Kirase rengîn li xwe kir û şên bû siruşt
Sêhra rengan welat wergerand mîna bihuşt.
Ji erd hetta ezman her der xwe xemiland
Nûra ji kenza wî hat, kainat tev şemiland
Bi dawî bû sibat û dest pê kir adar
Îca neqş û rengên xwe eşkere kir bihar
Hatina xwe bi baranek çil esrî da me xeber
Ji bo mizgina biharê bidin bişkivîn dar û ber.
Roj û hewa, ax û av; dan hev dest bi dest
Ba û behna gul û giya em kirin sermest
Sosin û nergîs; ew gul û beybûn
Li hemî zozan û deşten me vebûn.
Li devê çeman, li ser çiyan vebûn kulîlk
Şadbûn bilbil û bextewar bûn çivîk.
Îca wê li şevîne dest bi çere bikin pez
Gundî, birîn û merdanê dikin li nav rez.
Gelek dewlemende, em têr nabin ji welat
Bila pêşde here de ka bikin cehd û xebat.
Ez Emre Mehenî, yek ji meftûnê biharê
Xwedê da me umir û me dîsa dît ve carê.
Emre MEHENÎ
28 Şubat 2013
Diğer KÜRTÇE ŞİİR haberleri