Ve serbest bırakıldılar

Ve serbest bırakıldılar
AvestaKurd - PKKê, 8 dîlên di destê xwe de serbest berdan. Dîlên ku ji polîs, qeymeqam û leşkeran pêk dihatin, şandeya ku li Tirkiyê çû, bi merasîmeke radest kirinê, teslîm girtin.13.03.2013 12:37
Û hatin berdan

PKKê, bê şert 8 dîlên ku di destê xwe de digirtin radesta şandeya ku ji Komelaya Mafên Mirovan, MazlumDer, parlementer û rayedarên Kurdistana Başûr pêk dihatin kirin. 

Li çiyayên Kurdistanê, bi merasîmeke radestkirinê, 8 dîl azad bûn. 
Parlementerê BDPê Husamettîn Zenderlioglu daxuyandiye ku, wana bi awakî ewlehî dîl teslîm girtine. 

PKKê jî diyar kiriye ku, "me li ser banga rêberê me Abdullah Ocalan dîl serbest berdane." 
PKKê 8 dîl bi protokolê radesta şandeyê kir. 
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, bi navbeynkariya şandeya BDPê a ku li Îmraliyê bi Ocalan re rûnştin, bang li PKKê kiribû ku dîlên di destê xwe de serbest berdin.  

Televîzyona El Cezîre, beşeke radestkirina dîlan zindî anî ser ekranan. 

AVESTA KURD

Diğer GÜNDEM haberleri

  • PAYLAŞ

YORUM EKLE

Misafir olarak yorum yapıyorsunuz. Üye Girişi yapın veya Kayıt olun.