Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li prof. dr. Îsmaîl Bêşîkçî kir û xelata Mela Mistefa Barzanî pêşkêşî Bêşîkçî kir.
Serokê Herêm Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro (27.04.2013) li ofîsa xwe ya li Selahedîn a Hewlêrê pêşwaziya nivîskar û civaknasê navdar prof. dr. Îsmaîl Bêşîkçî kir.
Di hevdîtinê de, Bêşîkçî kêfxweşiya xwe ji dîtina Barzanî û Herêma Kurdistanê anî ziman û dîtina Ala Kurdistan û hêzên Pêşmerge wek bûyerek dilxweşker zanî û spasiya pêşwaziya germ kir ku li Kurdistanê lê hatiye kirin.
Dr. Bêşîkçî paşê behsa êş û zilma ku di sedsala 20an de bi serê kurdan hatiye, kir û rola şêx Mehmûd Berzencî, şêx Seîd Pîran û Qazî Mihemed û Mela Mistefa Barzanî di xebata rizgarî û berxwedana gelê kurd de girîng û karîger nirxand.
Îsmaîl Bêşîkçî ku piştî ji zîndanê hatiye berdan cara yekê ye serdana derve dike, geşbîniya xwe derheqê paşeroja gelê kurd de anî ziman û wiha axivî: “Gelê kurd wan mafên ku li sedsana 20an de ji dest daye dê di sedsana 21an de bidest bixe.”
Serok Barzanî jî bi navê gelê kurd spasiya dr. Îsmaîl Bêşîkçî kir ku ji ber kurdan gelekî rastî zehmetî û girtinê hatiye û wiha anî ziman: “Ligel hemû zilm û karesata ku bi serê kurdan de hat lê kurdan dîsa xwe parast û teslîm nebûn, nehîştin şerê li dijî hikûmetên dagîrker bibe şerê navbera neteweyên deverê. Niha jî qonaxa şer û çekdariyê bidawî bûye û qonaxa wê ye ku arîşe bi şêwazên aştiyane bên çareserkirin.”
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku êdî pirsa kurd nayê înkarkirin û wiha got: “Rast e karîn kurdan bikujin û zilmê lê bikin lê nekarîn îradeya kurdan bikujin.”
Di dawiyê de Barzanî wek hurmet û spasî ji bo xebata Bêşîkçî ya parastina kurdan, xelata Mela Mistefa Barzanî pêşkêşî dr. Îsmaîl Bêşîkçî kir.
Prof. Dr. Îsmaîl Bêşîkçî roja 25.04.2013 li ser vexwendina saziya xêrxwazî ya Barzanî serdana Herêma Kurdistanê kir.
Bêşîkçî êvara wê rojê serdana navenda giştî ya Rûdawê jî kir.