NEWROZA AZADIYA MAZLÛMAN PÎROZ BE!
Silav ji gelên rojhilatanavîn û ji yên Asyaya navîn re, ku bi îtîfaqeke herî mezin vê roja berxwedanê û roja vejînê bi hevre pîroz dikin…!
Silav ji biratiya herdû gelan re, ku bi coşeke mezin, bi rihê demokrasîyê û di nav xweşbîniyeke mezin de, Newroza serdema roja nû, û bi ronahiya rojên nû, bi hev re pîroz dikin…!
Silav ji rêwiyên rêya pîroz re, yên ku rêya mafên demokrasiyê û rêya azadî û wekhevîyê ji xwe re kirine armanca jiyanê…!
Gelê ku di dolikên Zagroz û yên Torosê de , navbera rûbarên Dîcle û Firatê de, di coxrafya ya Mezopotamya û Anatolyayê de ji şaristaniya gund û bajarvaniyê re dayikî kiriyê, ji civakên herî qedîm yek, ji gelê kurd re silav…!
Ev şaristaniya herî kevnar ya hezar salan, kurdan, bi hevkarî û biratiya civakên derdorên, xwe avakirine û bi wan re di nav aşîtiyê de jiyane. Rûbarên Dîcle û Firatê birakên Sakarya û Merîçê ne. Çiyayên Agirî û Cûdî dostên çiyayên Kaçkar û Ercîyesê ne. Govend û delîlo, xizmên Horon û Zeybekê ne.
Her tim, hêzên serdest xwestine ku, bi mudaxalyên derveyîn, ji bo berjewendîyên komikan, bi zext û zorên siyasetên cuda ev civakên xwediyê vê şaristaniya kevnar û qedîm, bikin dijminên hev û du. Ji bo wê jî, hertim hewldane ku îktîdarên heq nenas û hiqûq nenas avabikin.
Emperyalîzma rojava yî, di vê dused salên dawî de bi şerên xwe yên fethî û bi midaxalyên xwe yên derveyî, xwestin di nav civakên rojhilata navînde hişmendiya netew dewletî bipêşbixin. Ji bo vê jî, di nav civakan de tixubên sûnî xêz kirin. Di hundirê van tixuban de bi avakirina îktîdarên çewsîner û redkar, xwestin destê civakên heremê yên ereb, fars, tirk û kurdan bikin qirika hev û du.
Serdema ferasetên, mijoker,redkar û çewsîner bi dawî bu ye. Civakên rojhilata navîn û asyaya navîn hişyar dibin. Li xwe û eslê xwe vedigerin. Ji şer û pevçûnên kor û yên korkirinê yên dijberên hev û du re dibêjin bese.
Bi sedhezaran, bi milyonan kesên ku dilê wan bi agirê Newrozê geş dibê û qadan têr û tijî dikin edî biratî dixwazin, çareserî dixwazin.
Serhildana min, a ku di destpêkê de wekî take kesî li hember, bê çaretiyê , nezaniyê û xulamtiya ku di nav de ez jê dayik bûme dest pêkir, armanca vê serhildana min, afirandina hişmendiyeke berxwedêr, ya li hember her cureyên çewisandin û afirandina hişmendî û riheke nû bû.
Ez îro dibînim ku, ev qîrina min gihîştiye astekê.
Şerê me, ne li hember tu etnîsteyekê ye, ne li hember olekê ye, ne li hember mezhebekî ye û ne li hember komekî ye. Şerê me, li hember çewisandinî buye, li hember nezanî bû ye, li hember bê edaletî bû ye, li hember paşvemayinê bûye, li hember her cureyên zext û zordariyan bûye. Em îro edî, ji bo Tirkîyeke nû, ji bo rojhilata navîneke nû, ji bo paşerojeke nû hişyar dibin.
Bangewaziya min, jibo ciwanên ku, bi dil û can banga min pêşwazî dikin, peyama min, ji bo dayikên pîroz ên ku peyama min di dilê xwe de bi cih dikin, vegotinên min ji bo dostên ku bi serî û çevên xwe gotinên min dipejîrînin, mirovên ku bi baldarî gohên wan li dengê minê;
Îro serdemeke nû destpê dike.
Ji serdema berxwedana çekdariyê, derî li pêvajoya siyaseta demokratîk vedibe. Pêvajoya ku, bi giranî ji sîyasî, ji civakî û ji aboriyê pêk tê destpêdike. Feraseta ku, mafên demokrotîk, azadî û wekheviyê esas digre bi pêşdikeve.
Me ji bo vê gelî, bi dehan salên xwe feda kirin. Me berdêlên gelek giranbûha dan. Ev fedekarî û ev tekoşîn tu yek jî ne belesebep bûn. Kurdan kesayetiya xwe ya cewherî û nasnameya xwe ji nûve bidestxistin.
Edî bila çek bê deng bibin. Em hatin wê astê ku hewceye edî fikr û reman û siyaset pêşkeve. Paradîgmaya modernîst a ku tune dihesiband, înkar dikir û li derve dihişt tarû mar bû. Xwîna ku diherîke ji gelê tirk,laz, çerkez, kurd, ji tevahiya morovên vê erdnîgariyê diherike.
Ez îro li hember şahediya milyonan, ku gohdariya min dikin, dibêjim ku; edî pêvajoyeke nû destpêdike. Çek na, siyaset dê pêşkeve. Edî em hatine merhaleyeke wuha girîn ku hêmanên meyên çekdar xwe vekşînin derveyê tixubê.
Ez bawerdikim, yên ku baweriya xwe bimin aninê û dilê xwe ji min re vekirine, dê hesasiyetê pêvajoyê berçav bigrin û heta dawiyê biparêzin.
Ev, ne dawîneke, destpêkeke nû ye. Ev ne dev ji tekoşînê berdane, destpêkirina tekoşîneke cuda ya nû ye.
Avakirina erdnîgariyên etnîkî û yek netewî, ji armancên modernîteya kapitalîst yên derveyê mirovahiyê ne ku tê wateya înkarkirina eslê me.
Ji bo ku tevahiya civakên Anatolyayê û Kurdistanê li gorî dîroka Kurdistan û Anatolyayê, ya qedîm bikaribin bi hevre, wekhev û di nav aşîtiyê de bijîn berpirsiyarî dikeve ser milê herkesî. Bi munasebeta vê Newrozê, ez bangewazî dikim ku, herî kêm bi qasî Kurdan Tirkmen, Ermen, Asûr, Erep û civakên din jî, tîrêjên azadî û wekheviyê wekî azadî û wekhevî ya xwe ya cewherî bibînin.
Rêzdar Gelê Tirkiyê;
Bila gelê Tirkiyê bizanê be ku, heke îro di Anatolyaya qedîm de, dibin navê Tirkiyê de dikarin bijîn, viya deyndarên, hiquqa hevkarî û biratiya kurd û tirk ya hezar salane ku dibin ala biratiya îslamiyetê de pêkhatiye. Dê vê hiqûqê de, fetîh, înkar,red,pişaftina bi zorî û tunekirin tune ye.
Polîtîkayên kapitalîsta modern, yên bi zext û zor, pişaftin û tunekirinê yên sed sala dawîn hêza xwe ji gel nedigirt, lê, gel nikaribû xwe jê rizgar jî bike. Ev polîtîkayên dijwar, tenê hewldanên koma ku tevahiya hiqûqa dîrokî û biratiyê înkar dikirin. Di roja me de, ev hewldanên ku hêza xwe ji polîtîkayên dijber hiqûqên dîrokî û biratiyê digirtin bi tevahî teşhîr bûne. Ji bo, bi dawîkirina vê zilmê ez bangewazî dikim, herdû hezên rojhilata navîn yên sereke û sitratejîk mil bidin hevûdu û li gorî dîrok û çanda xwe ya kevnare modernîteya demokratîk avabikin.
Dem ne dema îxtîlaf , şer û pevçûnane, dem dema tifaq, hevkarî û hevûdu helmêzkirin û helalkirinê ye.
Gelê kurd û tirk bi hevkarî şerê azadiyê kirin û li Çanakaleyê di helmêza hevûdu de şehît ketin. Di sala hezar û nehsed û bîstan (1920) de Meclîsa Tirtkiyê Ya Mezîn (TBMM) bi hevre vekirin. Rasteqîniya dîroka me ya hevpar, rastiya duhatiya me ya hevpar jî nîşanê me dide û plansaziya hevpar li ser me ferz dike. Rihê avakirina Meclîsa Tirkiyê ya mezin îro jî serdema nû ronî dike.
Tevahiya nûnerên civakên bindest, nûnerên çînî û yên çandî yan;
Bangewaziya min ewe ku ; Çînîyên bindest yên yekemîn jin, mezheb, tarîkat û tevahiya civak û komên çandî yên din, nûnerên karkeran, civak û kesên ku derveyê pergalê hatinê hiştin, yekane vebjêrka xelasiyê, di avakirina modernîteya demokratîk de cih bigrin, hişmendî û pergala wê fêrbibin.
Lêger û daxwaza Rojhilata navîn û Asyaya navîn ewe ku li gorî cewherê dîroka xwe, ji xwe re pergaleke hemdem, demokratîk û modern biafirîne. Bi qasî nan û avê şênber pêdivî bi lêger û lêkolîna, modeleke ku herkes karibe tê de azad, wekhev û bi biratî tê de bijî heye. Ji bo avakirina vê modelê jî, dîsa pêşengiya çandên erdnîgariya Mezopotamyayê û Anatolyayê jênegere.
Wekî ku, demek nêzik de di çarcove ya Mîsak-î Mîlî de bi hevkariya tirk û kurdan tekoşîna azadiyê hatibû dayîn, îro jî têkilyeke wekî bermayiya wê, ji wî firehtir,kûrtir û rojane em dijîn.
Li gel tevahiya kêmasî û şaşiyên not (90) salên dawîn, carek din em tevahiya civakên bindest û mexdûr, civakên ku bi felaketên cuda re rû bi rû mane, çînî û çandan digirin rex xwe û hewl didin ku modeleke nû biafirînin. Bangewaziya me ewe ku, ev derdorên ku em qal dikin, tevahî bi rêbaza wekheviyê, azadî û demokratîkbûnê xwe birêxistin bikin.
Li dijberê Mîsak-î Milî kurd perçebûn û îro di komara Iraq û Sûriyê de bi gelek pirsgirêk, şer û pevçûnan re rû bi rû dimînin. Bangewaziya min ewe ku ; Kurd, Tirkmen, Asûrî û Ereb di bin banê “Konferansa Hevkariya Netewî û Aştiyê” de rasteqîniya xwe nîqaş bikin, têbigêjin û xwediyê biryarbin.
Li hember polîtîkayên bihevşerkirinê emê biratiyê avabikin, li hember polîtîkayên ji hev cudakirinê emê yekîtya gelan avabikin.
Yên ku nikaribin rihê demê bixwînin dê herin sergoyê dîrokê. Yên ku li hember herîkina avê berxwe bidin, dê herin terîşê.
Gelên heremê şahediya rojbûna berbangeke nû dikin. Gelên rojhilata navîn, ji şer û pevçûnan, ji hevûdû qutbûn û ji perçebûnan gelek westiyane, lewre edî dixwaze li ser kok û rehên xwe, bi alîkarî û hevkarî bi destê hevûdu bigrin, mil bidin hevûdu û ji nû ve rabin ser piyan.
Ev Newroz ji bo me tevahiyan mîzgînî ye.
Heqîqetên ku di çîrokên Hz. Musa, Hz. Îsa û Hz. Muhammed de cih digirtin, îro bi mizgîniyeke nû dikevin jiyanê. Mirovahî hewl dide ku hundahiyên xwe carek din bidest bixe.
Em tevahiya destkevtiyên şaristaniya hemdem yê rojavayê red nakin. Em ji hêla wê ya ronakbîr, wekhev û demokratîk sûd werdigrin, em ji hêla wê ya erênî û ji ya xwe ya gerdûnî sentezek çêdikin û dikin jiyanê.
Hîma tekoşîna nû, fikir, raman, bîrdozî û siyaseta demokratîke, hemleyeke demokratîkbûnê ya mezin destpêkirine.
Silav ji wan re, yên ku hêz didin vê pêvajoyê, yên ku piştgirî didin çareseriya demokratîk û aşîtiyê,
Silav ji wan re, yên ku ji bo biratî, wekhevî û demokrasiya azad berpirsiyarî digrin ser milên xwe,
BIJÎ NEWROZ, BIJÎ BIRATIYA GELAN
Zîndana Îmralî yê
21 ADAR 2013 (du hezar û sêzdeh)
Abdullah OCALAN