Sînorên “Mîsakî Millî” ji Aliyê PKK’ê ve jî Hate Qebûl Kirin.24.02.2014 16:41
Di peyama Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de hatibû xwendin behsa sînorên “Mîsakî Millî” hatibû kirin. Ango Ocalan gotibû ku heke dewlet amade be em jî dixwazin bila xakên başûr û rojavayê Kurdistan bikeve nava sînorên Tirkiyeyê. Li ser wê yekê îro PKK daxuyaniyekê da ANFê û hate gotin ku “em ê teqezî piştgiriyê bidin ku bila başûr û rojava bi keve bindestê Tirkiyeyê. Yanê hewceyê gotinêye “Tirkiyeyekê Mezin” wê bi alikariya PKKê bê ava kirin
Gava daxuyaniya PKKê hate weşandin Serokê herêma Kurdistan Mesud Barzanî beşdarê weşanekê zindî bû û bi tundî aşkere kir ku “emê destûrî nadin ku bila başur û rojava bikeve destê Tirkiyeyê, em ê heta ziratekê xweîna xwe jî van destkeftiyan biparêzin.
Dawiya axaftina xwe wisa anî û got “me piştgirî dida PKKê, me dixwazst ku bila bakur jî wekî me azad bibe lê tevgera bakur me rûreş kur û bi wan helwestan destpêka şerê birakujiyê tînin. Gelê bakur jî di nava matmayî de wê bûyerî dişopînin û naxwazin ku “şerekê birakujî” bi itifaqa Tirkiye û PKKê derkeve.
PKK û Dewleta Tirk jî amadekariyên êrîşê bo başûr û rojavayê Kurdistanê dikin. Hêzên rojava YPG jî hê diva bêdegtiyê de ye, tê payîn ku hefteya bê Tirkiye bi tank û topan digel piştgiriya PKKê êrîşê başûrê bike. Ji ber wê bajarên ber-sînor ên başûr wekî Zaho, Dûhok û hwd. tên vala kirin û piştre jî peşmerge tê de tên bi cîh kirin.
2 hezar saziyên sivîl peyamekê hevdeng weşandin û gotin ku “em tîfaqa qirêj a şerê biraku şermezan dikin, û dixwazin bila PKK dev jê van xeyalên xapînok berde, PKK û tevgera wê bi saya gelê kurd hatiye wê radeyê û em naxwazin bila îxanet li gelê kurd bê kirin, eşkere kirin.