Çoğunluğu Dikmen(Heşeri)’li olan, kalabalık bir gurup Kürt gençliği tarafından Mardin Kızıltepe ilçesinde 22 Aralık 2013 Pazar günü saat:12.30’da “Komeleya Tevgera Ciwanên” basına yaptıkları açıklamayla resmi açılışını gerçekleştirdi.
Kurdistan isminin resmi makamlarca onay
vermemesi üzerine” Komeleya Tevgera Ciwanên“ olarak onay aldıklarını
Kürdistan ismi üzerinde yasakların tamamen kalkması durumunda dernek isimlerine
Kürdistan ismini de er ya da geç ekleyeceklerini ifade edildiği basın
bildirisinden sonra açılış dolayısıyla gönderilen tebrik mesajları okundu.
Teras katında çekilen toplu resimlerle
açılış sona ererken,
Kürtçe okunan basın bildirisini sesli ve
görüntülü olarak siz değerli okuyucularımızla paylaşıyoruz.
JI RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ Û
ÇAPEMENIYÊ RE
Mêvanên ezîz û dildarên
Kurdistanê, hûn hemû bi xêr hatine, ser sera ser çavan re hatine.
Em ji 2005an bi şûnde weke
ciwanên Kurd li gund û bajarên xwe, him ji bo xweştirkirina welatê xwe, him jî
di warê lê xwedîderketina nirxên xwe û pêşvebirina fikra neteweyî xebatên legal
û demokratîk dimeşînin.
Heta niha hinek xebatên ku me
ciwanan bi serê xwe destpêkirine û mirovên xêrxwaz û welatperwer piştgirî dane
me, em dixwazin bi we re parvekin, ev in:
Di payîza 2005an de me biryar da
ku ew çemê di nevbera Hêşeriyê re dibore û miqrobî jê dibare de daran biçînin,
wê payizê me li dor 1500 darên biyê di çem de çand.
Di havîna 2006an de, me
xwendekarên zanîngehê li Hêşeriyê ji bo xwendekarên gund kûrs vekirin, hinek
xwendekar ji gundên dorê jî, bi tevahî 98 xwendekar beşdarî van kûrsan bûn. Lê
xwendekarên me bi giştî xizan bûn, derfetên wan tunebû ku ji xwe re pirtûkan
bistînin. Li ser vê yekê, me kampanya da destpêkirin ji bo pirtûkan. Ew
pirtûkên ku gihaştin me, bi awayekî adîlane li xwendekaran hatin belav kirin.
Di heman demê de rewşa dibistana
Hêşeriyê gelekî xirab bû. Me bi piştgiriya hinek dostên xêrxwaz boyax stend û
dibistana ku ji sê qata pêk tê me bi xwendekarên xwe re boyax kir. Bi roj derz dihate dayîn, bi şevan
jî me dibistan boyax dikir.
Di havîna 2006an de, piranîya me
xwendekarên zanîngehê, li dor 50 kesî em hatin ba hev. Me biryar da ku ji bo
xweştirkirina gundê xwe û ji alî hişmendiyê ve pêşvebirina civakê em hinek
biryar bistînin û dawiyê bi şaredarê gund re parvekin ku ji bo Hêşerî di warê
xweşikirina xwezayê, paqijiyê û perwerdeya civakê de geştir bibe. Me di heman
demê de jî biryar dabû ku em komeleyekê jî vekin, lê mixabin wê demê ev biyarên
me bi cih nehatin.
Ya ewil ji îhmalkarî û nezanîna
şaredarê gund bi cih nehat.
Ya duyemîn jî ji ber ku hevalên
dildar giş xwendekarbûn, em tenê havîna diciviyan û ji ber tunebûna derfetên
aborî jî qismet nebû ku em wê demê komeleyekê vekin.
Di van çend salên dawî de her sal
em weke ciwanên Kurd yên serbixwe, ji bo dibistanan kampanyayên dar çendiniyê û
pirtûkxane avakirinê jî bi cih tînin.
Ev ji du salan zêdetir e ku li
Sûrî şer destpêkiriye û xwişk û birayên me yên ji welate xwe penaberî welatê
xwe bûne, li van deran şerpeze bûne. Me ji bo wan dest bi kampanyayên alîkariyê
kirin û me gelek malbat xwedî cih û alav kirin.
Me di cejna remazanê ya îsal de,
ji bo zarokên ku ji Rojavayê Kurdistanê
panaber bûne û li Qoserê bi cih bûne re kampanyaya alîkariyê da destpêkirin û
270 zarok hatin bi cil kirin.
Ji 2010an bi şûnde, bi navê
Civanên Kurdistanî me çend çalakiyên ku pirsgirêkên civakî û neteweyî bi
aweyekî demokratîk, lê bi zimanekî radîkal tîne ser ziman li darxist. Van
çalakiyan him di nava civakê de him jî di çapemeniyê de cihekî balkêş girtin û
di hinek malperan de weke Radîkalîzma Demokratîk hat binavkirin.
Di havîna 2013an de hinek ji wan
hevalan bi navê ‘Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê’ li Amedê komeleyek
vekirin. Ew hevalên Kurdperwer, bi tu partî û rêxistinên siyasî ve ne
girêdayî ne û li dora nirxên neteweyî
kom bûne. Bi zimanekî radîkal û bi rêbazên demokratîk dengê Bakurê Kurdistane
bi rengekî cuda bi raya giştî re didin nasîn.
Mixabin tev ku bikaranîna navê ‘Kurdistan’ ne
qedexe ye û di demek nêzîk de serokwezîrê devletê Erdoxan bi xwe jî li Amedê bi
navê herêma me yê rastîn ‘Kurdistan’ anî ser zimên, lê dîsa jî dadgehên dewletê
yên ku adalet ji bo Kurdan tu car lê peyda nebûne, tehemul nakin ku navê
‘Kurdistan’ê li tu derê bê nivîsandin.
Me jî dil dikir ku komeleya xwe
bi navê Kurdistan vekiribaya, ji ber ku astengkirin û nakokiya di navbera qanûn
û dadgehên dewletê de, em niha navê xwe wek ‘Komeleya Tevgera Ciwanan’ bi kar
tînin. Ji ber ku em karibin kar û xebatên xwe bidomînin me ev nav li xwe kir.
Lê di paşerojê de doza ku li hevalên me vebûye bi avayeki adîlane bi encam bibe
em dê navê welatê xwe yê eslî ‘Kurdistan’ dîsa jî bixin paşiya navê komeleya
xwe.
Weke ‘Komeleya Tevgera Ciwanan’
me bingeha xwe di warê Kurdewarî de, li ser têkoşîna legal û demokratîk ava
kiriye. Em girîngiyê didin xweseriya kesayetiyê, bikaranîn a însiyatîfa kesan û
li beramberî vê jî em rêbazên birêxistinê yên hişk napejirînin.
Weke Komeleya Tevgera Ciwanan em
bi tu parti û rexistinên siyasî û olî ve ne girêdayîne, lê hurmeta me ji hemû
olên cîhanê re heye û olên ku neteweya
Kurd jê bawer dikin jî di nav de.
Em dê li ser rêya kesayetên Kurd
û dildarên Kurdistanê yên weke Baba Tahirê Uryan, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran,
Ehmedê Xanî, Hecî Qadirê Koyî, Pîremêrd, Mîr Celadet Elî Bedirxan û hemû
nivîskarên Kovara Hawarê, kar û xebatên Kurdewarî bimeşînin.
Di nava civakê de, wî ruhê
neteweyî ku ev nêzî sed salî ji aliyê sistema dewletê ya nijadperest hatiye binpêkirin,
emê civanên Kurd bê tirs û bê hesab li her derê biparêzin û di nava civanan de
ji nû ve vejînin.
Em dê li ser kesayetên weke Xalit
Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed, Mele Mistefa
Barzanî û hemû navdar û dildarên Kurd
lekolinan bikin. Em ê van
kesayetan bi civakê re, bi taybetî jî bi civanan re bidin nasîn, ku pêşeroja
xwe zanibin û bi hêvîyên jîndar li paşeroja xwe xwedî derkevin.
Em weke Ciwanên Kurd hêvî dikin
ku komeleya me di pêşvexistina ziman û wêjeya Kurdî, folklor û çanda kurdewarî
de bibe navendek û di demên dirêj de em xebatên perwerdehiyê bimeşînin.
Ji bo em vê armancê bi cih bînin
jî, weke gava pêşî me biryar da ku em ji niha de dest bi kursên zimanê Kurdî
bikin û bi demê re kûrsên folklor, wêjeya Kurdî, tembûr, erbanê hwd jî berdewan
bikin.
Ji bo jinan, xweseriya jinan û di derbarê mafên wan
de wê seminer bên dayin, ku jin zanedarbibin û him li mafên xwe him jî li
netewa xwe xwedî derkevin.
Em dê di paşerojê de dest bi
kampanyeyên, vegara navên gund û bajarên Kurdistanê yên bi Kurdî bikin, heta ji
bo vegera navê welatê xwe ‘Kurdistanê’ jî di pêş de em dê kampanyayan
bidomînin.
Em dê mafên xwe yên neteweyî û
rewa her dem rasterast û bê hesap biparezin, ku çavên dapîr û bapîrên me yên
dilderên Kurd û Kurdistanê ne, li dawiya wan nemîne û ew sîstemên nijadperest
ku wan bi awayekî hovane qetilkirine, bizanin ku Kurd tu carî ji ser axa welatê
xwe winda nabin.
Em bawerin ku emê bibin dengê
hemû Kurdên xwedî hêstên netewî û di bidestxistina mafên
neteweyî de bi hev re têbikoşin.
Bi vê baweriyê, em bangî hemû kes
û aliyên ku armanca wan bidestxistina mafên neteweyî ne dikin, ku em bi hev re
tevbigerin.
Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê ji bo Gel û Civanên Qoser’ê ser xwêrê bî