Ez Neteweperwer im

Ez Neteweperwer im
Wekî mêvanê Navenda Perwerdeyê ya Mehmet Yalçinkaya li Qoser Nivîskar û helbestvanê Kurd Rênas Jiyan bi Kurdîhez û xwendevanê xwe re gotûbêjek li dar xist. Rênas Jiyan bi taybet li ser têgehên wekî ziman, bîr, sinc û welatparêzî rawestiya û ramanên xwe par ve kir. Bi van têgehan re têkiliyê Kurdan û kemalîzmê ku, wekî bîrdozîya dewleta Tirk ya fermî tê 13.05.2013 07:30

Xeber:  Faraç ÇOBANOĞLU

Wêne: KızıltepeBelediyesi


Li ser welatparêzîyê nerînên balkêş anî ziman û ragihand ku Kurd welatparêzîyê tenê wekî dijberîya bi dewletê re fam dike. Jiyan axatina xwe wisa domand:

“Divê mirov berî her tiştî ji welatê xwe û ji nirxên welatê xwe hez bike. Mirov der û dora xwe gemarî bike, sewalan mînak kûçikek, bide ber dar û keviran, zirarê bide xwezayê ev ne welatparêzî ye. Ma ev kûçik ne li vî welatî ye? Ew der û dora ku dilewitîne ne welatê te ye?”

Kurdî Zimanekî Pir xurt e.

Divê Kurd li zimanê xwe xwedî derkeve. Ev yek bi axaftinê dest pê dibe. Pêwist e mirov bala xwe bide peyva devê xwe. Gava ku Kurdî di felsefeyê, di civaknasîyê de, di warê aborînasîyê de bê bikaranîn wê hîn xurt bibe. Rênas Jiyan daxuyand kuz iman mirovan digihîne hev û yekîtî bi vî awayî dest pê dibe. Carinan Botî, Amedî, Mêrdînî, Cizîrî difikire ku devoka wan ne wekî heve û xwe ji hev du dûr dixînin. Lê ev ne raste. Ji bîr dikin ku Kurdî wan tîne ba hev du. Gava ku em cudatîyê bifikirin her yek j ime zimanekî wî heye. Îcar divê em ji hevdûr bikevin? Na, yê me tîne ba hev zimanê me ye.

Zimanê Kurdî pir xurt e. Mînak gotina ‘TA’ gotina ‘KA’, ‘ÇÛ’. Gava mirov li ser difikire di binê van gotinan de bîr û hiş heye. Ziman bi gotinan xurt e û gotinên xurt di zimanê me de zaf in. Ziman rih xurt dike û jibo em rihekî ava bikin ev xurtbûna bi bikaranîna ziman ve girêdayî ye.

Bila Girê Qoser Bibe Qada Helbestan

Nirxên neteweyan yê mayînde yek jê afirandina wêjeyê ye. Di wêjeyê de helbest cîhekî girîng digire. Ez dixwazim li ser Girê Qoser helbest bê xwendin. Niha gir di bin rêvebiriya leşkerîyêde ye. Hêvî dikim k udi demê pêş de emê helbestan li ser gir bixwînin. Serokwezîr Erdoxan helbesta dixwîne û gihaşt qonaxa rêbebiriya dewletêyî herî bilind. Lê mixabin sîyasetmedarên Kurt helbesta naxwînin. Jibo min dewletbûn ne gelekî girîng e. Dewlet derfetek e. Gava mirov li dîrokê dinêre Kurdan gelek dewlet damezirandinin. Lê Ehmedê Xanî yek tenê ye.

Rênas jiyan li ser têgehên felsefî re jî rawestîya û bal kişand ser nerînên Fîlozofê Mezin yê Alman Kant. Kant dibêje ku divê mirov bêberjewendî û bêhimber tev bigere. Gava ku ji bo berjewendîyê bike, nesincî ye. (Etîk). Divê mirov ne çavbirçî be jî. Di vî warî de angaşta xwe bi çiroka nivîskar Bernard Shaw qewîn kir.

Li ser desthilatdariya Kemalîzmê rawestîya û got ku “Heger tu nirxên neteweyekê qedexe bikî, wêran bikî tê wê wateyê ku her tiştî ji xwe re dixwazî. Ev yek çavbirçîtî ye û tiştê tu dikî nesincî ye.”

Di encamê de Nivîskar Rênas Jiyan eşkere got ku “Divê tu yekîtîya xwe li ser nirxên xweyî netewî ava bikî. Ger tu li ser şaşî û dijberîya desthilatdariyê ava bikî zû-dereng tê jî bi zimanê HÛTAN bipeyivî, tê jî weke wan pergalekê li darxînî.”



Kızıltepe`de okurları ile bir araya gelen Kürt yazar Renas Jiyan, yeni çıkan “Çiruskizm” adlı kitabını tanıttı.

Kızıltepe Belediyesi Kültür Müdürlüğü bünyesinde çalışma yürüten Mehmet Yalçın Etüt Merkezi tarafından yapılan etkinlikte Kürt yazar Renas Jiyan`ın yeni kitabı Çiruskizm tanıtıldı. Kızıltepe Belediyesi Etüt Merkezi Konferans Salonu`nda gerçekleşen etkinliğe Kızıltepe Belediye Başkan yardımcısı Şemsettin Sulhan, Belediye meclis üyeleri, DİSK,DTK, BDP, HDK, yöneticileri, KESK, MEYA-DER, MADAY-DER temsilcileri, Mehmet Yalçın Etüt Merkezi öğretmen, öğrencileri ve çok sayıda okur katıldı.

Kitabın tanıtımında konuşan Jiyan, anadilin önemine değinerek, "Kürtler anadilini geliştirerek yeni eserler ortaya koymalıdır. Dil, insanın ruhunu oluşturur, eğer dilimizi sanat ve kültürle bütünleştirirsek dil kendiliğinden zenginleşir. Dil toplumun zenginlik iktidarıdır" dedi.


Diğer GÜNDEM haberleri

  • PAYLAŞ

YORUM EKLE

Misafir olarak yorum yapıyorsunuz. Üye Girişi yapın veya Kayıt olun.