Cenazeyên 60 penaberên Kurd anîn Rojavayê Kurdistanê
Cenazeyên 60 penaberên Kurd anîn Rojavayê Kurdistanê14.09.2012 21:51
Cenazeyên 60 kurdên ku li nêzî Navçeya Menderes a bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê li qeraxa deryaya Egeyê di encama binavbûna keştiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, anîn Rojavayê Kurdistanê.
Ji 63 paneberên ku li nêzî Navçeya Menderes a bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê li qeraxa deryaya Egeyê di encama binavbûna keştiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyên 60 kurdan anîn Rojavayê Kurdistanê. Cenazeyên 60 kesan duh li Morga Goristana Yenîbuca ya Îzmîrê li TIR'ê hatibûn siwarkirin û ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hatibûn birêkirin. 27 xizmên kesên jiyana xwe ji dest dabûn jî bi otobusekê li TIR'ê derketibûn rê.
Karwanê cenazeyan îro saet derdora 12.00'dan gihîşt Deriyê Sînor ê Navçeya Akçakaleya bajarê Rihayê yê Bakûrê Kurdistanê. Piştî muameleyên li vir hatin kirin cenaze derbasî aliyê Rojavayê Kurdistanê bûn, li vir jî piştî muameleyên li Deriyê Sînor ê Tilebyatê cenaze hatin derbaskirin.
Cenazeyên welatiyên kurd li vir ji aliyê sedan kesan ve hatin pêşwazîkirin. Cenazeyên 5 kesan ji ser sînor ber bi bajarê Efrînê ve hatin birêkirin. Cenazeyên 55 kesan jî bi beşdariya 10 wesayîtan ber bi bajarê Serêkaniyê ve hatin birêkirin. Piştî ku konvoy gihîşt vir, 12 cenazeyan dê bibin bajarê Hesekê, 39 cenazeyan bibin bajarê Amudê, 3 cenazeyan bibin bajarê Dirbêsiyê û cenazeyekê jî bibin bajarê Qamişloyê.