Qamişlo– Hunermêndê kurd ê bi navû deng Mehemed Şêxo di 24’emîn salvegera mirina xwe de ji aliyê şagirt û heskiriyên wî ve hate bibîranîn.
Hunermendê bi navû deng ku tevkariyek mezin daye muzîka kurdî û di dilê hemû Kurdistaniyan de cihê xwe girt, di 24’emîn salvegera mirina xwe de ji aliyê şagirt û heskiriyên wî ve nehat jibîrkirin. Hunermendê ku di sala 1989’an ji ber nexweşiyê di 41 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Mehemed Şêxo, Konfederasyona Xwendekarên Welatparêz û Komeleya Subarto ve hate bibîr anîn.
Bernameya yekemîn ji aliyê Navenda Çand û Hunera M. Şêxo ve hate lidarxistin. Endamên navendê û welatî li gel malbata Şêxo di saetên nîvro de çûn ser gora hunermend a li Goristana Taxa Hilêliyê. Li ser gorê deqeyek rêz hate girtin û strana Şêxo ya bi navê “Aylê Gulê” hate xwendin.
Li ser gorê birayê M. Şêxo Hemîd Şêxo axaftinek kir û ji ber xwedîderketina li keda birayê wî spasiyên xwe pêşkêşî hemû kesî kirin.
Piştî serdana gorê girse derbasî salona şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Mehemed Şêxo bû û tevlî bernameya bîranînê bû. Bernameya bi sedan welatî û malbata Şêxo tevlî bibûn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê ji dengê hunermendê mezin strana “Aylê Gulê” hate guhdarkirin. Piştre sînevîzyonek li ser jiyana Şêxo hatibû amadekirin, hate pêşandan.
Di bernameyê de Rêvebera Navenda Çandê Gulbahar Sadun axaftinek kir û li ser keda M. Şêxo û zehmetiyên ku wî kişandine rawestiya. Sadun, anî ziman ku wan xwedîderketina li keda Şêxo wekî erkek netewî dîtiye, lewre jî li ser navê wî navenda çandê vekiriye.
Birayê Şêxo Hemîd Şêxo jî axaftinek kir û spasiyên xwe pêşkêş kirin.
Piştî axaftinê koroyek ji 20 kesan pêk tê û ji bo bîranînê hatibû amadekirin, stranên M. Şêxo gotin. Bername bi stranên koroyê bidawî bû.
Endamên Konfederasyona Xwendekarên Welatparêz jî îro çûn ser gora Şêxo û ew bibîr anî. Her wiha Komelaya Subarto jî li navenda xwe li ser jiyana hunermend sînevîzyonek pêşkêş kir.
Haber kaynağı: [Hawarnews]