Zanîngeha Artukluyê ya ku bi fermî 500 kontenjan23.08.2012 20:57
ji bo perwerdehiya berendamên mamosteyên kurdî vekiribûn, biryara xwe guhert û ji van 500 kesan bi tenê 250 kesan werdigire. 225 ji bo Kurmancî û 25'ên din jî ji bo kirdkî-zazakî ne. Lê belê, di lîsteya encaman de ku li ser malpera zanîngehê hatiye belavkirin, 255 kesên din yên kurmancî û 25 kesên zazakî hene ku ew kes weke "beşê duyem" (ikinci ogretim) hatine qebûlkirin ku ev agahî heta niha ji çapemeniyê re bi zelalî nehatibû aşkerekirin.
Malpera zanîngeha Artukluyê daye zanîn ku piştî 225 kesên kurmancî, û 25'ên zazakî, yên mayî dê 4000 TL bidin ku dike nêzî 2000 euroyan.
Ev jî aşkere dike ku Zanîngeha Artukluyê hesabên kûrtir kirine û ne ewqasî saf û pak e. Lewre gellek kes hene ku li Tirkiyeyê zanîngeh xilas kirine û li benda qadroyan in, da ku ji xwe re karekî peyda bikin. Ev kesên ku ji xwe bêkar in, dikevin nava xewna ku dê bibin mamoste muracaatî beşê kurdî kirine, lewre zanîngehê di daxuyaniyan de tim gotiye ku ew kes dê teqez weke mamoste werin tayinkirin û ev agahî di malpera zanîngehê de jî heye. Li gora hin xwendekarên ku ew beş qezenc kiriye û bi me da zanîn, zanîngeh bi du teqsîdan 4000 TL'yan ji wan dixwaze ku hayê wan berê ji vê yekê tunebû. Zanîngeha Artukluyê bi vî awayî bazareke nû daniye ber xwe û li ser belengaziya ciwanên kurd bazareke aborî ava dike.
Hêjayî gotinê ye ku li Tirkiyeyê hin zanîngehên din jî hewl didin ku heman beşî vekin, lê ne diyar e ka gelo yê wan jî dê bi pereyan be an na...