JI RAYA
GIŞTÎ Û ÇAPEMENIYÊ RE
“Em jî ji Robozkê ne û em jî sînorên ku li welatê me
hatine kişandin nas nakin.”
Komkujiya Robozkê, berdewamiya zilm û înkara li Kurdistanê
ya bi sedan salan e. Di berdewamiya vê zilma bi plan û programkirî de 34
gundiyên Kurd di şeva 28ê Kanûna 2011an de bi bombardûmana teyarên dewleta Tirk
hatine qetilkirin. Dewleta Tirkiyê bi vê qetlîamê qirkirineke din daniye ser
îcraetên xwe û tundûtûjiya xwe ya li ser xelkê Kurd û Kurdistanê domandiye.
Hem mesûlê komkujiyê yê siyasî
hikûmeta AKPê, hem jî mesûlê komkujiyê yê eskerî Hêzên Çekdarî yên Tirkiyê û
herwiha medyaya merkezî ya ku bandorê li ser raya giştî ya Tirkan dike di nava du
salên ku me paş xwe hiştî de, ji bo vê birîna ku di dilê Kurdan de hatiye
vekirin bicebirînin neketine dinav tu hewildanan, berpirsyarên vê karesatê ne
hatine dîtin, darezandin, sizakirin û hêbêtir li ser navê Dewletê lêborînek
fermî jî nehatiye xwestin, tam berevajiyê vê, bêhurmetiya li hemberî 34 xortên
Kurd ên ku bedena wan ji hêla Dewleta Tirk ve hate perçekirin, wekî dozeke
millî qebûl kirine.
Pêvajoya di esnayê komkujiya
Robozkê de û piştî wê hate dîtin, bi me da xuyakirin ku îradeya Kurdan a der
barê heq, edalet û azadiyê de ji hêla dewleta Tirkiyê ve dîsa bi polîtîkaya
înkar û îmhayê hatiye bersivadin. Bi vê rewşê re ev yek jî derketiye holê ku
dewleta Tirkiyê konsepta xwe ya tunekirinê didomîne…
Çawa ku di zemanê hukûmetên
çepgir û Kemalîst de, tu qîmetê edalet û azadiyê li cem dewleta Tirkiyê tunebe,
di zemanê hukûmeta nida de jî ku bi hessasiya dînî tê zanîn û rastgiriya
merkezê temsîl dike, heman polîtîkaya înkarê hatiye tescîlkirin.
Dewleta Tirkiyê, zilma xwe ya li
ser neteweya Kurd rewa dibîne ji xwe re wekî polîtîkayeke asayî dibîne. Herwiha
dewlet û hukûmeta ku li Kurdistanê bûye nîşaneya zilmê, li Rojhilata Navîn û bi
taybetî jî li Sûriyê bi dirûşma xwe ya “Alîgiriya Mezlûman” re ketiye nakokiyê
û ji ber vê jî pêbaweriya xwe winda kiriye.
Derdorên ku di nav raya giştî ya
Kurdistanê de xwedî hessasiyetên Îslamî ne û bawer dikirin ku mumkin e li ser
nirxên wekî ummet, biratî, heq, edalet û azadiyê jiyanekê bi hev re bijîn û ji
ber vê jî destek didan Hukûmeta AKPê, piştî komkujiya Robozkê hêviyên xwe bi
yekcarê winda kirine.
Derdorên xwedî hessasiyetên Îslamî
yên xelkê Kurdistanê, hessasiyeta xwe ya li ser nirxên ku ji hêla dewlet û
hukûmetê ve hatiye manîpulekirin parastine. Van derdoran têkiliyên xwe yên bi
van têgeh û nirxan re di ser heq, edalet û azadiyê re ji hêla teorîk û pratîk
ve ji nû ve ava kirine.
Wekî hemî komkujiyên ku bi serê
Kurdan de hatine, ev komkujiya dawî ya Robozkê jî careke din daye xuyakirin ku:
Xelkên Kurdistanê derheqê heq, edalet û azadiyê de wekî çepgir-rastgir an jî
wekî neteweperest-îslamîst nayêne cudakirin û cudabûneke wisa wekî xebateke di
rêya heq, edalet û azadiyê re Îslamî qebûl nake.
Pirsîna hesabê Robozkê ku zulim
bi awayê herî zelal tê de xuya dibe; di çarçoveya heq, edalet û azadiyê de
pirsîna hesaba zilma ku li ser Kurdistanê tê ferzkirin e jî.
Em wekî Ji Bo Maf Dad û Azadiyê
Înîsiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê beyan dikin ku, wijdanê xelkê Kurdistanê
hukûmeta AKPê ji komkujiyê mesûl dibîne û em jî perçeyekî vî xelkî ne.
Em bi vê wesîleyê şehîdên Robozkê
yên bi awayekî hovane hatine qetilkirin û bûne çiraya yekîtî û hevgirtina li
Kurdistanê, di salvegera duyemîn de
dubare bi rehmet û minnet bibîr tînin. Em hukûmetê ya ku bi helwesta xwe û
tevgera xwe li vê komkujiyê xwedî derketiye jî şermezar dikin. Gaziya me ew e
ku, mesûlên vê dem berî demê bêne peydakirin…
Di gel silav û rêzan…
Ji
Bo Maf Dad û Azadiyê Înîsiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê / Înîsiyatîfa AZADÎ
BASINA VE
KAMUOYUNA
“Biz de Roboskîli’yiz ve biz de ülkemize çizilen
sınırları tanımıyoruz.”
Kürdistan’da yüzyıllardır süren Devlet
zulmünün planlı bir devamı olan, çoğu çocuk 34 masum Kürt köylüsünün Türk
silahlı kuvvetlerine ait uçakların bombardımanıyla hunharca öldürüldüğü Roboskî
katliamı, bu toprakların katmanlarına 28 Aralık 2011 tarihinde bir kıymık daha
sokmuş ve Kürdistan bir kez daha acımasızca şiddete maruz bırakılmıştır.
Gerek katliamın siyasal sorumlusu
olan AKP hükümeti, gerek katliamın askeri sorumlusu olan Türk Silahlı
Kuvvetleri ve gerekse de Türk kamuoyunu etkileyen, devlet ve hükümetle ilişkili
diğer resmi ve sivil kurumlarla birlikte merkez medya, geride bıraktığımız
ikinci yılda da, Kürdistan halkının yüreğine sapladıkları bu kıymığı çıkarmak
için hiçbir çaba harcamamış, sorumlular ortaya çıkarılmamış, yargılanmamış,
cezalandırılmamış ve dahası devlet adına bir özür bile dilenmemiş, tam aksine
bedenleri hunharca parçalanan 34 gencin hatıralarına saygısızlığı milli bir
dava edinmiştir.
Roboskî katliamı ve sonrasında
yaşanan süreç Kürdistan halkının hak, adalet ve hürriyet temelinde ortaya
koyduğu iradesine, Türkiye Cumhuriyeti’nin inkâr ve imha politikasıyla cevap
vermeye devam ettiğini ve edeceğini göstermiştir.
Kemalist ve sol hükümetler
zamanında olduğu gibi, Türkiye Cumhuriyeti’nin nazarında hakkın, adaletin ve
hürriyetin hiçbir ehemmiyetinin olmadığı, merkez sağı temsil eden ve dinî
hassasiyetleriyle tanınan şuan ki hükümetin politikalarıyla da tescil
olunmuştur.
Türkiye Cumhuriyeti Kürt halkına
reva gördüğü zulmü kendisi için olağan bir politika haline getirmiştir. Öbür
taraftan Kürdistan'da bu zulmün sembolü olan devlet ve hükümet, Ortadoğu'da ve
özellikle Suriye'de geliştirdiği "mazlumdan yana olma" söylemi ile
çelişkiye düşmüş ve bu yüzden de inandırıcılığını kaybetmiştir.
Kürdistan kamuoyunda İslamî
hassasiyetleri dolayısıyla ümmet, kardeşlik, hak, adalet ve hürriyet gibi
değerler üzerinden birlikte yaşamanın imkânlarına inanan ve bu yüzden AKP
hükümetini destekleyen kesimlerde de, Roboskî katliamıyla tamiri mümkün olmayan
kırılmalar yaşanmıştır.
Kürdistan kamuoyunun İslamî
hassasiyetli kesimleri, devlet ve hükümet tarafından maniple edilmiş söz konusu
değerlere ilişkin hassasiyetini ve inancını korumuş; bu kavram ve değerlerle
hak, adalet ve hürriyet üzerinden teorik ve pratik olarak daha sağlıklı bir
zeminde ilişkisini yenileme fırsatı bulmuştur.
Kürtlere uygulanan tüm katliamlar
gibi en son gerçekleştirilen Roboskî katliamının bir kez daha ortaya çıkardığı
gerçek şudur: Kürdistan kamuoyu hak, adalet ve hürriyet konusunda sağcı-solcu
veya milliyetçi-İslamcı diye bölünemez ve böyle bir bölünmeyi hak, adalet ve
hürriyet için yola koyulmuş İslamî bir çalışma kabul edemez.
Zulmün kristalize edildiği
Roboskî'nin hesabının sorulması; hak, adalet ve hürriyet çerçevesinde aynı
zamanda Kürdistan'a dayatılan zulmün hesabının sorulmasıdır.
Hak, Adalet ve Hürriyet için
Kürdistan İslamî İnisiyatifi olarak,
Kürdistan’daki ma’şeri vicdanın katliamdan hükümeti sorumlu tuttuğunu ve bizim
de bu vicdanın bir parçası olduğumuzu beyan ediyoruz.
Bu vesileyle, zulmün kökünün
kazınması için Kürdistan'da birlik ve dirliğe meşale tutan ve hunharca katledilen
Roboskî şehitlerini ikinci anma yıldönümünde tekrar rahmetle anarken, bu
katliamı ve katliama gösterdiği yaklaşımla onu sahiplenen AKP hükümetini
kınıyor, sorumluların bir an önce açığa çıkarılması çağrısında bulunuyoruz.
Saygılarımızla…
Hak Adalet ve Hürriyet için Kürdistan
İslamî İnisiyatifi/AZADÎ İnisiyatifi