HAK-PAR ANADİL GÜNÜ AÇIKLAMASI

HAK-PAR ANADİL GÜNÜ AÇIKLAMASI
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)21.02.2013 16:22
Zimanê me hebûna me ye

21’ê Sibatê bi biryara Rêxistina Milletên Yekbûyî wek 'Roja berxwedanê Dijî Kolonyaliyê' tê pîrozkirin. Her usa ji ev roj bi biryareke UNESCO’yê, ku di sala 1999 da hate girtin, wek roja zimanê dayik tê pîrozkirin. Ji ber ku wê rojê ji bo azadiya zimanê Bengalî berxwedanek hebû û xwîn rijîya.

Her çiqas ji ber sedemên cûda be jî, pîrozkirina van herdu tıştan di eynî rojê da maneyeke xwe ya giranbuha heye. Bi taybetî jî ji bo me Kurdan. Welatê me bi destê hêzên kolonyal û imperyalist hate dabeşkirin û ziman û çanda me hate qedexekirin. Em êşa vê yekê bi sedan sal e dikişînin. Zmanê me beşek ji hebûna me ye ku bê wê nabe. Em bi sedan sal e ji bo heqên xwe yên bingehîn ber xwe didin, ku ew heq û azadî, wek hemû kesan ji bo me jî wek şîrê diya me helal e. Me ji bo jiyandina ziman û çanda xwe kar û xebateke bê westan kir. Çawa şairê me yê mezin, Cîgerxwîn jî dibêje: Ev zimanê me çiqas xurt bû ku li himber şûr û mertal jî li ser piyan ma…
 
Li dinyayê bi hezaran cûrbecûr ziman hene. Ev ziman û çand dewlemendiyeke mezin in ji bo mirovetîyê. Parastina wan wek parastina mêrata mirovetiyê ye. Wek baxçeyekî pirreng bi alî dar û kulîlk…
 
Gor agahiyên UNESCO li dinyayê 2500 ziman hene ku li ber xetera windabûnê ne û 18 heb ji wana li Tirkîyê ne.
 
Divê Tirkiye dev ji sîyaseta kevn ya zordestî û asîmîlasyonê berde û rojkî berê bikeve riya demokratiyê. Yek ji şertên wê jî karanîna zimanê dayikê ye bi serbestî di hemû waran da. Lê pir mixabin nuha jî, ku hazirîya çêkirina destûreke teze , yêke medenî û demokratîk heye, disa jî gelek kes dikevin tirs û xofê, dema behsa heqê perwerde bi zimanê zikmakî dibe. Gelo ew bi vî awayi dikarin destûreke medenî, himçax û demokratîk çêkin?.. Xuya ye, şikestina xirxalên lingan ji yên aqil hêsantir e.
 
Lê ew bend û qeyd çi dibin bila bibin, emê kar û xebata xwe nadin sekinandın ji bo destxistina mafên xwe yên bingehîn, her usa jî mafê perwerde bi zimanê dayik û karanîna zimanê xwe di hemû warên civakî da, wekî hemû heq û azadiyên me yên bingehîn.
 
Ez roja zimanê dayîkê pîroz dikim ji bo gelê Kurd û ji bo herkesê din ku nikarin bi serbestî zimanê xwe bi kar bînin.
 
Bi daxwaz û hêvîya rojên azad û demokrasiyeke fireh…
 
Kemal Burkay
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)
21 Sibat, 2013

Anadil varlığımızın bir parçası

21 Şubat Birleşmiş Milletler Örgütü kararıyla “Sömürgecilikle Mücadele Günü” olarak kutlanmaktadır. Aynı gün UNESCO’nun 1999’da aldığı bir kararla “Anadil Hareketi Günü” olarak da kutlanmaya başlandı. Bunun nedeni, Bengali dilinin özgürlüğü için yürütülen direnişin 21 Şubat’ta kanlı olaylara yol açmasıydı.

Bir rastlantıyla çakışsa bile, bu ikisinin bir arada ve aynı gün kutlanmasının elbet önemli bir anlamı var. Özellikle de Kürt halkı bakımından. Emperyalist ve sömürgeci güçler tarafından ülkemiz bölündü ve dilimiz kültürümüz yasaklandı. Bunun acılarını yüzlerce yıldır çekiyoruz. Anadil varlığımızın bir parçasıdır. Her insanın, her halkın ana sütü kadar doğal olan haklarını elde etmek için mücadele ediyoruz. Dilimizi kültürümüzü yaşatmak için de zorlu bir mücadele verdik. Sevgili şairimiz Cigerxwîn’in deyişiyle, dilimiz ne kadar güçlüymüş ki, bunca zaman dayandı kılıca ve mızrağa… 

Dünyamızda farklı diller ve kültürler insanlığın değerli zenginlikleri arasındadır ve yaşatılmaları insanlık mirasını korumanın bir gereğidir. Ağaçları ve çiçekleriyle çok renkli bir bahçe gibi.

UNESCO’nun yaptığı araştırmalara göre dünyamızda 2500 dil yok olma tehlikesiyle karşı karşıya ve bunlardan 18’i Türkiye’de.

Türkiye yüzyılı aşkın süredir izlenen asimilasyon ve baskı politikalarını bir an önce terk ederek çağdaş bir demokrasiye geçmeli. Bunun içinde anadili özgürce ve hayatın her alanında kullanma hakkı da var. Ne yazık ki, yeni, sivil ve demokratik bir anayasanın yapılmasının gündemde olduğu şu dönemde de hâlâ anadilde eğitim hakkını bir öcü gibi görenler var. Bununla demokratik bir anayasa yapılabilir mi? Belli ki akla vurulan prangaları sökmek, ayağa vurulanları sökmekten daha zor.

Ama engeller ne olursa olsun temel haklarımızın tamamı gibi, anadilimizi özgürce kullanma hakkı için yürüttüğümüz mücadeleyi de sürdüreceğiz.

Bu ülkede Kürt halkının ve anadilini özgürce kullanamayan herkesin anadil gününü kutlarım. 

Özgürlüğe ve çağdaş bir demokrasiye bir an önce ulaşma dileğiyle…

Kemal Burkay
HAK-PAR Genel Başkanı 

21 Şubat 2013

Diğer Basın_Bildirileri haberleri

  • PAYLAŞ

YORUM EKLE

Misafir olarak yorum yapıyorsunuz. Üye Girişi yapın veya Kayıt olun.